Ocalan û tecrîda teqez a girankirî!

Li girava Îmralî sûcekî cîhanî tê kirin û hemû saziyên navnetewî bêdeng dimînin. Mînak CPT divê biçe bibîne lê naçe. Di encama zextan de dema ku diçe vê carê encaman bi raya giştî re eşkere nakin....

‘’Komploya ku di pêvajoya Imraliyê de li ser min hatî ferzkirin, wiha bû ku bi qasî serê derziyê jî hêvî nedihişt. Sedema ku infaza cezayê darvekirinê û şerê psikolojik ev çend di rojevê de dihiştin bi vê armancê bû. Rojên pêşî min jî nizanîbû ku ez ê çawa ragirim. Dev ji salan biqerin, min nizanîbû bê ka salekê jî ez ê çawa derbas bikim. Li ber xwe diketim û min di dilê xwe de gito, ‘’Hûn ê çawa bi milyonan kes di odeyeke teng de bihêlin!’’ Bi rastî jî, bi Seroktiya Netewî ya Kurd, di şertên ketina zindanê de min xwe kiribû senteza bi milyonan mirov an jî bûbûm. Gel jî wiha têdigihişt. Di rewşeke wiha de ku mirov nikare ji malbat û zarokên xwe qut bibe û ragire, çawa min ê bikarîbûya demeke dirêj ragirta ku ji vîna bi milyonan mirovên ku bi mirina xwe  em bûbûn yek, qut bibûma!’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hicreya ku tenê lê dihate hiştin, sala 12’an ev gotin got. Niha li heman hicreyê ye û bi  tecrîdeke hê girankirî kete sala 20’an. Weke ku tê zanîn, Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi komloyeke navdewletî anîn girava Imraliyê. Ev 19 sal in, di ‘pergala êşkenceyê ya Imraliyê’ de tê hiştin û liv ir şerekî giran dide.

Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an bi parêzerên xwe re,

Ji 6’ê Cotmeha 2014’an ve bi endamên malbatê re,

Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve jî bi kesekî re hev nedîtiye, nehiştine ku hev bibînin.

Tenê 11’ê Îlona 2016’an birayê xwe Mehmet Ocalan ji bo demeke kurt dîtiye.

Di wê hevdîtinê de jî bi gotina ‘tu çima hatî’ helwesta neaxaftinê nîşan da.

22’yê Tîrmeha 2016’an jî ‘Rewşa Awarte’ ji bo Imraliyê hate ragihandin û hemû mafê wî hatin rakirin.

Tişta dî ya ku em pê dizanin herî dawî 779 hevdîtinên parêzeran hatin redkirin.

Tecrîda li ser Ocalan ne jirêzê ye. Navê wê, ‘tecrîda girankirî ya teqez e’.

 Ji ber ku rêziknameya hundir a Girtîgeha Imraliyê kes pê nizane û kesek par ve jî nake.

Ev rewşa tecrîdê ya dawî, li dijî wan gelên ku bi wê rastiyê re hevrû bû ku rizgariya Tirkiyê tenê li Imraliyê dibe weke darbeyeke hate sêwirandin. Îro rewşa hilweşînê ya berdest û krîza ku dawî lê aniye, tam jî pêkhatina tezên Ocalan e.

Li hêlekê ku tecrîd giran dibe, di serî de Kurd raya giştî ya demokratîk a li cihanê dengê xwe bilind dike, kampanya dike û dibêjin, ‘tecrîd wê bişike û azadî bi ser bikeve’’.

Tecrîda ku ji her kesî hatî qutkirin û girankirin tê çi maneyê?

Li cîhanê mînaka vê tine. Tecrîdeke wiha li ser kesî nekirin. Nêzîkatiyeke wiha li kesî nekirin. Di mîtolojiyê de jî rasteqîniyek heye ku em li mînakên vê rast hatine. Kral Sîsyphos ku hatiye mehkûmkirin latekî gelekî mezin ku ji Cîhana Binerd bibe cihê herî bilind ê gir,  Prometheûs ku ji bo ji xwedayan agir dizî û hînî mirovahiyê kirî bi latan ve hatî zincîrkirin û bi eyloyan didan xwarin û êşkenceyên giran lê dikirin. Em van çîrokan dizanin lê tecrîda li ser Ocalan û helwesta wî ya li bara tiştên ku pê didin jiyîn, çîroka rêça berxwedaneke modern e jî. Rojekê teqez wê were nivîsîn.

Ocalan tişta ku li Imraliyê dibe bi rengê ‘’polîtîkaya zextê û şantajê’ bi nav dike. Ango li dij wî polîtîkaya şikandina vînê heye. Bi zext û zordariyê dixwazin dev ji raman û baweriya xwe biqere. Derbarê tecrîda girankirî û derî mirov a li Imraliyê Ocalan hê neaxiviye. Di îfadeyeke xwe de gotibû, ‘’Ji bilî pirsgirêkên giştî yên tenduristiyê û debarkirina bi îdarê ye, min hê negotiye bê ka sîstem çawa bi taybetî hatiye hazirkini û ez li çawa li dijî tecrîda li ser min li ber xwe didim û çawa tenêtiyê radigirim. Ez dibêm qey mijara ku herî pir meraqa wê tê kirin ew e ku ev  tecrûbeyên min ên jiyanê ne ên li dijî vê tenêtiya mitleq û vê bêlebatiyê’’ û wiha amaje pê dike ku rewşa wî ji ya ku em dikifirin pir cuda ye.

Ocalan bi domdarî dibêje: ‘’Hê dema ku ez li derve bûm, min hem xwe tenê hiştibû û hem jî ji bo tenêtiyê min xwe hazir dikir. Tecrûbeyên min çêbûbûn ku têkiliyên pêgiriyê yê girîng ên malbat, xizmên nêz, hevalên nêz û hevrêtiyê razber bikim. Têkiliya bi jinê re her çendî girîng jî bû, min ew qada têkiliyê jî razber kiribû. Ez tam berovajî Nazim Hîkmet bûm. Qewlê min hebû ku zarokên min çênebin. Hê dema lîseyê navê kompozisyona min ku mamosteyê edebiyatê deh puan dabûyê wiha bû: ‘’Tu ji bo min ew zarok bûyî ku qet tu yê jidayik nebî’’. Wek ku bi vê nivîsê min xwestibû jiyana zaroktiyê ya dijwar vebêjim. Lê ev hemû tecrûbe hêza min a ragirtina Imraliyê venabêjin.’’

Li Imraliyê zext û zilmeke wiha heye ku mînak wê pir kêm tê dîtin. Her wiha berxwedaniyeke wiha ku mînakên wê kêm in. Zext û zordariya li Imraliyê çawa ku sûcê mirovahiyê be, berxwedan jî her wiha berxwedana mirovahiyê ye û berxwedana azadiyê ye.

Imralî giraveke wiha navdar e ku înfaza cezayên li rayedarên bilind ên dewletê lê tê kirin. Tecrîda girankirî ya li Imraliyê sûcê mirovahiyê ye. A rast pergala Imraliyê bixwe li dijî mafê mirovan e û sûcê mirovahiyê ye. Hewaya wê hem nerm û hem hişk e. Ji hêla fizîkî ve dikare mirov koç bike. Tecrîda li odeya girtî dema ku mirov lê zêde bike bandora wê ya li ser bedena mirov zêdetir dibe. Ocalan nîşaneyan dide bê ka ew çawa li ber xwe dide. Vê perspektîfê dide: ‘’Ji bilî sedemên fizîkî ku rê li  ber nexweşiyê vedikin, li Imraliyê ti hêleke ku ez nikaribim ragirim tine ye. Moral, hiş û vî li gorî berê qet qels nebûye; berovajî bêhtir rafine bûye, bi estetîkê hatiye geşkirin û ji hêla geşedana xweşik ve zengîn bûye. Derfetên jiyana raastir e, baştir û xweş zêde dibin.’’

Ocalan, Imralî, ji bo têgihîna diyarde û pirsgirêka Kurd û ji bo pevxistina derfetên çaresriyê tam kiriye qada şer a heqîqetê, nîşan die bê ka tecrîda girankirî jî wê çawa were şikandin.

Divê were zanîn ku ev tecrîd tenê bi AKP’ê nikare were vegotin. Ji ber ku, destpêkê jî me got, zilmeke wiha di dîrokê de kêm e,  di roja me de jî tine. Ji bo vê jî, tenê hikûmeta AKP’ê nikare vê bike. Li pişt vê zilma bê mînak pergala modernîteya kapîtalîst heye. Jixwe di dahurandinên Imraliyê de tê gotin ya ku bi esasî şerê wê tê kirin hegemonyaya kapîtalîst e.Em baş pê dizanin, hêzên Gladîo ku tê maneya înkara hemû rêgezên hiqûqa gerdûnî, pergala taybet a Imraliyê rê ve dibe. Ji bo vê jî, teza ku danî holê modernîteya demokratîk e.

Divê mirov aşkere bibêje cihê ku dewleta Tirk di şerê dijî Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd de berê xwe dayê Imralî ye. Mirov dikare vê weke makêteke qirkirina Kurdan binirxîne. Heke mirov baldar be, jibo ku Kurdan bikin Tirk hemû qadên jiyana civakî û hemû derfetan bi kar tîne. Di qadên hilberandin, bazirganî, tenduristî, spor, perwerdehî, siyaset, huner, hiqûq, leşkerî û qadên din de qirkirina çandî ya Kurdan dikin. Bi zext, êşkence, girtin û komkujiyan dixwazin vê bikin.

Baş e çima? Zelal e ji bo ku Kurdatiyê tine bikin û Kurdan bikin Tirk. Naxwe ev rastî dertê holê: Yek, diyardeyeke Kurd heye ku ji dîrokê tê. Ya dî; Kurd dixwazin bi Kurdbûna xwe bijîn. Sê; Kurd li dijî hewldana tinekirina Kurdan li ber xwe didin. Ji bo ku ev daxwaz were pêkanîn û vê berxwedanê bişkênin û hebûna Kurdan tine bikin, li hemû qadên jiyanê li ser Kurdan qirkirina çandî dikin.

Li Imraliyê sûcekî gerdûnî tê kirin û hemû sazî bêdeng in. Mînak CPT dive biçe û bibîne lê naçe. Dema ku li ser zextan diçe jî encaman bi raya giştî re par ve nake. Ev hemû pirsan çêdikin û her wiha nîşan didin bê ka tecrîd çawa bi mekanizmayeke biryarê ya navnetewî dixebite. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk ne ya hiqûqê ye. Destûr û yasa tenê ji bo veşartina karaktere şerê taybet ê dewleta Tik e.  Dema ku ne li hesabê dewleta Tirk be hemû yasa, rêzikname û peymanan binpê dike.  Heta ku meseleya Kurd çareser nabe karaktere dewlet Trk wê ev be. Dewlet ji bo ku helwesta xwedî rêgez a li Imraliyê bişkîne her tiştî dike. Lê Imraliyê di çareseriya demokratîk de israr dike. Polîtîkaya dewleta Tirk ku dixwaze li ser meseleya mafên şexsî de çareser bike red dike. Dewleta Tirk ku nikare vînê bişkîne li dijî Imraliyê bi hêrs e. Dilsoziya Kurdan a bi Imraliyê re dewletê hêrs dike. Li dijî dilsoziya jina Kurda bi Rêbertiyê re bi hêrs e. Dilsoziya Tevgera Azadiya Kurd a  bi Rêbertî re dewletê hêrs dike. Bihêrs dibe ku dema ku dibîne li çar parçeyên Kurdistanê Rêbertî xwedî qedrekî mezin e. Ji bo vê jî tim dixwaze tecrîdê veguherînê şantajê û doza wê zêde dike.

Ev hemû bi rengekî berbiçavtir û hişktir li Imraliyê têne jiyîn. Li Imraliyê hemû tiştên ku vê pêvajoyê pênase dikin hene. Şexsiyeta Rêbertî heye ku diyardeya Kurd û rasteqîniya wê temsil dike. Ev şexsiyet ji bo pêşîlêgirtina qirkirina Kurd û azadiya Kurdan xeta îdeolojîk û polîtîk ava kiriye. Di azadiya  Kurdan de biryardar û rikdar e. Di vê rêkê de li dijî her cure zext û zordariyê bi biryardariyeke teqez li ber xwe dide.  Ji bo vê berxwedan û isrararê bişkînin, ji bo ku Kurdan ji ramana jiyana azad û vê daxwazê dûr bixin li Imraliyê pergala zext û zordariyê hatiye avakirin.

Divê mirov zêdetir li Ocalan xwedî derkeve û wî di rojevê de bihêle, ku dibêje, li dijî vê tecrîda girankirî bi têkoşîna azadiyê ya gelê xwe dikarim rawestim. Heqîqetek  e, heta ku ev tecrîd neye şkandin ne li welêt û ne jî li Tirkiyê tiştek çareser nabe. Ji ber ku tê xwetsin Imraliyê bikin qotiya reş a Kurdan. Divê em destûra vê nedin.