''Ocalan berdin''

Dîrektorê kampanyaya ''Ji Ocalan re azadî' Matt Nathan got, ''Çîna karker a vî welatî ji bo serbestkirina Ocalan bangeke mezin a darîçav dike.”

Matt Nathan dîrektorê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re ya li Ingilîstanê û endamê Meclîsa Şaredariya Islingtonê ye. Ew dibêje, têkiliyên wan par bi xurtî danîn û ber bi pêş ve birin û diyar dike ew ê sala 2020´an bêhtir kar bikin û van gavên wan berê avêtî zexm û mayînde bikin.

Matt Nathan dibêje ji sala 2016´an ve kampanya li Ingilîstanê dewam dike û got, gava ku neheqiya li dijî Abdullah Ocalan bi dawî bû, hingê dibe ku tevahiya neheqî û pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo sempatiya ji bo kampanyayê jî ew dibêje, li welatê wan gelek sendîke û mirov li dora fikrên Ocalan tên cem hev û xelk piştgiriyê dide kampanyayê.

Nathan diyar kir, ji ber ku kokên kampanyayê êdî zexm in, her roj mezin dibe, ew di her civînê de neheqiya li miletê Kurd û li Ocalan tê kirin îfade dikin û wiha dewam kir: “Halê hazir çîna karker a vî welatî ji bo serbestkirina Ocalan bangeke mezin a darîçav dike.”

Matt Nathan wekî din da zanîn ku ew ê kampanyayê ji sînorên sendîkayan xilas bikin û piştgiriya yekser a xelkê û kesayetan jî qebûl bikin. Bi ya wî bi vî rengî wê bêhtir mirov beşdarî kampanyayê bibin û piştgiriyeke xurt karibe bê avakirin.

Bi ya wî divê piştgirî bê xurtkirin û globalkirin.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka