Ocalan azad nebe, ti kes ne azad e!

Stratejiya ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan bêçare kiriye, stratejiya Ocalan e. Ocalan ji bo Kurdan bûye fikr û rihê serketinê. Dewleta Tirk Ocalan weke dijmênê sereke û herî mezin dibîne. Ji ber vê yekê êrişa herî mezin îro li dijî Ocalan tê kirin.

Erdogan van rojên dawî dîsa li hemberî Efrînê dest bi kirina gefan kir. Ev bi mehan e, eynî tiştan dibêje. Lê belê van rojan, niyeta xwe bi awayekî zelal anî ziman û got; Êm ê wan deran (Efrînê) paqij bikin.

Behsa paqijkirinê yanê jenosîdeke li dijî Kurdan kir. Ev ne tiştekî nû ye, lê belê êdî bi awayekî eşkere tê ziman.

Baş e, ev tê çi wateyê?

Mijar ne Efrîn e, niha Efrînê ji xwe re weke nuqteya herî qels hesab dikin. Şervanên Efrînî berê gotibûn, eger hûn dikarin, fermo werin. Efrîn wa ye, li wir e!

Jixwe, hêzên Tirk bi rêya komên çete dor li Efrînê girtiye. Tirkiye dîsa jî cesaret nake ku êriş bike. Heger destûr ji hêzên navneteweyî (weke Rûsya û Emerîka) bistîne, dikare weke ceribandin êrişekê bike. Lê niha  bi rêya çeteyan, topan û tiştên din êriş dike. Di rewşa niha de Tirk ji vê yekê zêdetir nikare tiştekî din bike. Yanê, plana wan a ku Efrînê dagir bikin, pûç e, nikare bi ser keve, wê têk biçe.

Jixwe, Tirkiye bi giştî li Sûrî winda kiriye, rola Tirkiyeyê li Sûrî nemaye, wê demên li pêş ev mijar zêdetir zelal bibe.

Erdogan vê yekê dibîne. Dixwaze bi êrişa li hemberî Kurdan vê têkçûnê berovajî bike.

Tişta ku ez dixwazim balê bikşînim ser, nefreta Erdogan a li dijî Kurdan e. Bi awayekî eşkere dibeje, 'em naxwazin Kurd bijîn, em dixwazin wan qirr bikin.'

Siyaseta Dewleta Tirk siyaseta qirrkirinê ye. Ev siyaset her diçe winda dike, têk diçe. Li Bakur, Rojava, Başûr siyaseta dewleta Tirk êdî winda kiriye. Rêveberiya Tirk dixwaze pêşiyê li vê yekê bigire. Ji ber vê yekê êrişên xwe dijwar dike. Hemû mekanîzma kirine dewrê. Di şerê li dijî gerîla de teknîkek bêhempa bi kar tînin. Li ser navê Kurdayetiyê kesek nikare gotineke xêrê bêje. Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze emrê xwe dirêj bike.

Lê belê rê li pêşiya wan nemaye. Dixwazin rêyekê bibînin û qirrkirina Kurdan ji xwe re weke rêya xilasbûnê dibînin. Gotinên ji bo Efrînê hatine gotin, ji bo tevahiya Kurd û Kurdistanê têne gotin. Divê Kurd van gotinan wisa fam bikin.

Tecrîd, tehdît û îzolasyona li hemberî birêz Ocalan jî navenda vê pêvajoyê ye. Hê jî gelek kesan girîngiya gefên li dijî Ocalan fam nekirine. Stratejiya ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan bêçare kiriye, stratejiya Ocalan e. Ocalan ji bo Kurdan bûye fikr û rihê serketinê. Dewleta Tirk Ocalan weke dijmênê sereke û herî mezin dibîne. Ji ber vê yekê êrişa herî mezin îro li dijî Ocalan tê kirin. Li her derê, bi her awayî winda kirine û dixwazin bi dîlgirtina Ocalan, bi gefan û rêbazên qirêj pêşî li Kurdan bigirin. Divê gotinên Erdogan ên li hemberî Efrînê û êrişên li dijî Ocalan weke heman konseptê werin dîtin. Jiyana ku dewleta Tirk ji bo Kurdan rewa dibîne weke sîstema Îmraliyê ye. Jiyana ku Ocalan dixwaze bi pêş bixe jiyaneke azad e. Têkoşîna tê kirin jî ev e. Divê were zanîn ku azadiya Rojava, Bakur, Efrîn, Amed, Kerkûk û Kurdistanê hemûyî bi azadiya Ocalan mumkin e. Heger Ocalan azad nebe, ti kes ne azad e. Xurtkirina têkoşîna azadiya Ocalan tê wateya pûçkirina siyaseta qirrkirinê ya Erdogan û dewleta Tirk.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA