Nûnerên saziyan di Nobeta Azadiyê de ne: Wê têkoşîna me bidome

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ku ji bo Azadiya Ocalan 8 sal in li pêşiya Konseya Ewropayê tê kirin didome. Nûnerên saziyen Kurdan ên li Ewropayê nobet dewr wergirtin.

Çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re ya ku li bajarê Strasboûrgê tê lidarxistin a ku saziyên wekî CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Parlementoya Ewropayê li wir e, 7 sal li pey xwe hişt. Di salvegera destpêkirina nobetê de nûnerên KCK, KCDK-E, TJK-E jî di nav de gelek nûneran nobeta vê hefteyê dewr wergirtin.

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Hevserokên KCDK-E’yê Yuksel Koç û Fatoş Goksûngûr jî di nav de gelek nûner di daxuyaniya çapemeniyê de amade bûn û diyar kirin heta ku azadiya Ocalan pêk were wê têkoşîn bidome.

HETA KU OCALAN AZAD BIBE WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Ocalan ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî girîng e û got ku “Hevdîtina bi Ocalan re ya di 2’ê Gulanê de hêvî daye hemû gelan. Ji îro ve pê ve jî tekane peywira me azadiya Ocalan e. Wê KCDK-E û pêkhateyên wê çalakiyên ji bo Ocalan bidomîne û ew ê gelê Kurd heta ku faşîzm bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomîne.”

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî got ku “Ji ber ku vê çalakiya me li ser azadiya Rêbertiya me ye, heta ku Rêbertiya me azad bibe wê vê çalakiya me bidome.”

BANGA ‘NEBIN ŞIRÎKE KONSEPTA ÎMHAYÊ’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî bi bîr xist ku li ser hemû Kurdistanê konsepteke şer heye û bal kişand ser vî tiştî ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li her dera cîhanê belav bûne. Kartal got ku “Grevên birçîbûnê konsepta tecrîdê şikandiye lê hê jî siyaseta îmhayê didome. Saziyên wekî Konseya Ewropayê yên li Strasboûrgê şirîkên konsepta îmhayê ya li ser Kurdan e.”

Kartal bal kişand ser vî tiştî ku dagirkeriya li dijî Başûrê Kurdistanê jî parçeyekî vê konseptê ye û Ocalan dikare kêşeyên li Tirkiye û Rojhilata Navîn çareser bike. Kartal di axaftina xwe de diyar kir ku divê welat û saziyên Ewropayê li hemberî vê konsepta şer bisekinin.

TJK-E: GELÊ KURD RÊBER APO ÎRADEYA XWE QEBÛL DIKE

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat jî got ku “Divê hemû cîhan bizanibe ku, çiqasî dengê Rêbertiya me were qutkirin jî gelê Kurd Rêber Apo wekî îradeya xwe qebûl dike. Azadiya Ocalan ji bo tevgera jinan tiştekî jêneger e.”

Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîk Gafûr jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin. Gaffûr diyar kir ku wê berxwedan serfiraziyê bîne û divê gelê Kurd bibe yek. Gaffûr bal kişand ser vî tiştî ku bi têkoşînê re wê him azadiya Ocalan û him jî azadiya wan pêk were.

Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Dayîka Melek jî diyar kir ku Ocalan rêberê hemû mazlûman e. Dayîka Melek got ku “Ocalan dikare kêşeyan çareser bike. Wê ev tişt jî bi têkoşîna me were kirin. Em ê van polîtîkayên faşîst tu carî qebûl nekin.”

Li ser navê ciwanan jî çalakgerê berxwedanê Merwan Botan jî got ku “Hezkirina me ya ji bo Rêber Apo gelekî kûr û mezin e. Em ê ji niha şûnde jî bi Rêbertiya xwe re bin.”

Çalakiya Azadî ji bo Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de dest pê kiribû. Heta niha ji nav 366 koman nêzî du hezar kes tevlî çalakiyê bûne. Bi sed hezaran kesan re hatin axaftin û qala fikrên Ocalan hate kirin.