Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

Cenazeyê welatiyên sivîl ên di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de şehîd bibûn, piştî merasîma li Navenda Çandê ya Mexmûrê bi girseyî hatin veşartin.

Polîsên Tirk li Wanê bi ser avahiya bajêr a HDP'ê de girtin û 11 kesên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bûn destgîr kirin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya 5'ê Kanûnê ya li Lêlîkanê weşand, ku di encamê de 4 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

HPG'ê diyar kir, hêzên wan li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê ji 2 baskan ve li dijî çeper û stargehên leşkerên Tirk çalakî kirine û di encamê de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

YPG'ê diyar kir, li navçeya Şêrawa ya Efrînê di encama çalakiya şervanên wan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî diyar kirin ku rejîma Erdogan bi 'bomberdûmanê' karê xwe yê ji bo hilbijartina xwecihî dike û hişyarî dan.

Li madeneke derqanûnî ya li bakurê rojhilat ê Hindistanê, av li kanê qewimî û ji ber vê yekê herî kêm 13 karker asê man.

Li Hecînê ku xaka dawî ya di dest çeteyên DAÎŞ'ê de ye, di navbeyna şervanên QSD'ê û çeteyan de şerekî giran heye.