Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven û got, "Gelê Colemêrgê heta dawiyê bi wekîla xwe re ye."

Polîsan êrîşî greva birçîbûnê ya li avahiya HDP’ê ya bi armanca piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven ê. Polîsan 50 çalakgerên greva birçîbûnê destgîrkir, Rêxisitna HDP’ê ya Amedê jî bang li gel kir ku biherikin pêşiya avahiyê.

Endamê Baroya Parêzerên Komarparêz a Elmanyayê Parêzer Lukas Theune: ''Em ê di dozên niha de biryara Dîwana Dadmendiyê bînin zimên û parastina xwe li ser vê bikin. Li gor vê divê li Elmanyayê jî li dijî qedexeya PKK'ê doz were vekirin.''

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG)'ê diyar kir ku li bajarên Kurdistanê û metropolan, bi nameyên bi navê HPG'ê hatine nivîsandin pere tên komkirin û ji welatparêz û demokratan xwest ku baweriya xwe bi van çeteyan nînin.

Bi îdîaya ku guh nedaye hişyariya "bisekine", polîsên Tirk ciwanê 17 salî Cîhan Seyhan li Stenbolê kuştin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de 35 ji sedî yê Hecînê rizgar kirin.

Parêzerê Leyla Guven Şivan Cemîl Ozen diyar kir, li ser mejiyê Guven tumor heye û got, "Dermanê ku pêşî li mezinbûn û belavbûna tumor digire, jê re nayên dayin. Nexweşiya wê lê giran bûye."

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, di Pêngava Bagera Cizîrê de 8 çeteyên din ên DAÎŞ'ê hatine kuştin û 24 baregeh hatine rûxandin.

Girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ku zêdeyî 2 meh in li girtîgeha Edeneyê di greva birçîbûnê de ye, 7'ê Kanûnê ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.