Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Ji rêveberên MÎT'ê yên di destê HPG'ê de ne Aydin Gunel got, Nîzamettîn Taş ê ji nava PKK'ê reviya bi Serokê Daîreya Koordînasyona MÎT'ê û Serokê Daîreya Operasyonê ya MÎT'ê re hevdîtin kiriye û li dijî PKK'ê pêşniyara 'avakirina partiyeke nû' kiriye.

Gerîla TV dîmenê çalakiya 26'ê Mijdarê ya gerîlayên HPG'ê weşand, ku li Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk hatibû kirin.

Yek ji payebilindên MÎT'ê yên ji aliyê HPG'ê ve hatine girtin Aydin Gunel axivî û li hin mijarên girîng mikur hat.

Li gel biryara qedexeyê ya Wezareta Karên Hundir û hin eyaletên Elmanyayê, dadgehên herêmî biryar didin ku ala YPG'ê ne sûc e. Herî dawî, dadgeha herêmî ya li Gelsenkîrchenê di doza aktîvîsta Elman Monîka Gaertner-Engelê de biryara beraatê da.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku YPG'ê şaneyên veşartî yên ku ji hêla MÎT'a Tirk ve hatine perwerdekirin, girtine.

Li ser rêya Kornîşê ya Qamişloyê teqînek pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand, 24'ê Mijdarê 11 hevrêyên wan li Hecînê şehîd ketin û 2'yê Kanûnê jî hevrêyekî wan li Hesekê bi qezayekê şehîd bûye.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniya Hecînê ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şerekî giran heye, van 24 saetên dawî 1200 sivîl rizgar kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê û gelek parlamenterên HDP'ê li Meclîsa Tirk dest bi greva birçîbûnê kirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) meha Mijdarê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê li dijî çeteyên dewleta Tirk herî kêm 41 operasyon û çalakî pêk anîn. Li Efrînê di 9 çalakiyan de 25 dagirker hatin kuştin.

Serfermandarê Hêzên Hewayî yê Îranê General Ezîz Nesîrzae got ew dixwazin mezîla moşekên xwe zêdetir bikin.

Hikumeta Fransayê li bara çalakiya 'Êlek Zer'an gava xwe bi paş de avêt. Serokwezîr Edourd Phîlîppe got, mafê ti bacê tine ku li ser yekîtiya neteweyî talokeyê çêbike.

Di ‘Forma li Efrînê Guherîna Demografîk û Paqijiya Etnîk ya Navneteweyî’ de ku li navçeya Amûdê ya Qamişlo ku piştî sê rojan hate gotûbêjkirin û şûnde bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de banga azadiya Efrînê hate kirin.