Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Berpirsyarê PDKS'ê yê Ewropayê Mahmûd Davûd nerazîbûn nîşanî Şaredariya Dînslakenê da ku Festîvala Çanda Kurd qedexe dike û got, ev helwesta kêfî ya şaredariyê ku beriya serdana Erdogan nîşan dide, helwesteke siyasî ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li navçeya Kutun a Gumuşhaneyê di şerê 20'ê Tebaxê de du gerîla şehîd bûne.

Niha ji bo Kurdan sûc û gunehê herî mezin ew e ku ji bo MÎT, polîs û cendermeyan sîxuriyê bikin. Kurd dikarin her sûcî efû bikin, lê vê efû nakin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li herêma Çarçella ya Geverê li leşkerên Tirk dane û di encama çalakiya sabotajê de herî kêm 8 leşker mirine.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo rojhilat û bakurê Sûriyeyê rêveberiya xweser ava kir.

Şewata ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk li herêma Kûtûdere ya Dersimê dest pê kir, li qadeke berfireh belav dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li dem û cihên cuda şehîd bibûn eşere kirin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ya ku nerazîbûn nîşanî biryara red a ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê 8’ê Îlonê li bajarê Dînslaken a Elmanyayê bihata kirin da û banga divê her kes 8’ê Îlonê tevlî mîtînga li Dusseldorfê bibin kir.

Şervanên YPG’ê li navçeya Şera ya Efrînê çalakiyek li dijî çeteyên Cebhet El Şamiye, ya bi desteka artêşa Tirk a dagirker, çalakiyek kirin, 2 çete hatin kuştin, 2 jê birîndar bûne.

Li bajarê Basrayê yê Iraqê xwepêşandanên protestoyê roja Çarşemê jî domiya. Xwepêşanderan bendergeha Ûmm Kasrê girtin û sê avahî şewitandin.

Generalekî Fransayê Françoîs Lecoîntre diyar kir ku di serê salê de ew ê di destê DAIŞ’ê de tu ax nemîne.