Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Gerîlayên HPG’ê li Çelê li dijî girekî leşkerî çalakî kirin, li Şirnex û Sêrtê rêze çalakiyên sekvanî kirin. Di çalakiyan de bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin.
Hevserokatiyê Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û got, "Ya ku dewleta Tirk niha xistiye nava krîzeke kûr gerîla ye ku bi ruhê 15'ê Tebaxê li ber xwe dide."
Tîmeke taybet a QSD’ê malbateke dî ya Êzîdî ji destê DAÎŞ’ê rizgar kir.
Di encama hilweşîna pira Morandî ya li bajarê Cenova ya Îtalyayê de gihişte 30’î.
Tevgera Talîbanê baregeheke leşkerî ya li bakurê Afganîstanê bi dest xist. Herî kêm 14 leşker mirin û aqûbeta bi dehan leşkeran ne diyar e.