NPG peyama pîrozbahiyê da Fermandariya Qada Botanê

NPG’ê peyama pîrozbahiyê da Fermandariya Qada Botanê ya ku di salvegera 15’ê Tebaxê de Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem-Şehîd Nûdem dayî destpêkirin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastinê ya Gel (NPG) di peyamê de got, ‘’Bi taybetî li Botanê, di salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê ya Berz de ku guleya pêşîn a raperînê hate teqandin, pêkhatina vê çalakiyê ya li Botanê û li qadeke wiha ku dijmin gelekî lê heye, bi serê xwe bûye bersiva herî watedar a Cejna Vejînê.’’

Navenda Parastina Gel (NPG) wiha got: ‘’Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem- Şehîd Nûdem ku li qada we hatî destpêkirin û gava pêşî ya vê pêngavê, li qada Bestayê, li dijî girên ku hêzên artêşa Tirk girtin, bi êrîşa 16’ê Tebaxê ya berê sibehê saet derdora 6’an û xistina vî girî ya ji destê dijmin û derbên ku li girên dî hatine xistin, bi çûna bi ser hêzên dijmin de û destliserdanîna çek, cebilxane û dûrbînan serketineke girîng e. Bi taybetî li qadeke wiha ya weke Çelê Nimêja ku dijmin tevdîrên zêde distîne, bi roj, ji ber pêkanîna vê çalakiya serkeftî em we û hemû hevrêyên fermandar û şervan ên ku di vê çalakiyê de keda wan heye pîroz dikin û berdewamiya serketinê dixwazin.’’

Bi taybetî li Botanê, di salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê ya Berz de ku guleya pêşîn a raperînê hate teqandin, pêkhatina vê çalakiyê ya li Botanê û li qadeke wiha ku dijmin gelekî lê heye, bi serê xwe bûye bersiva herî watedar a Cejna Vejînê. Ev çalakî ji ber ber ku nîşan daye Giyanê Êrîşê yên 15’ê Tebaxê ku bi pêşengiya Fermandar Egîdan çêbûyî, bi rengekî hê geşkirina wê, veguheriya şêwazeke serketî ya bi giyanê fedayî yê Apoyî, watedar e. Ji bo vê jî em hemû hevrêyên ku di vê çalakiyê de para wan heye slav dikin, serketina mezin ji hêzên gerîla yên Botanê re dixwazin ku di sala 34’an a 15’ê Tebaxê de şopdarên Egîdên têkneçûyî ne û careke dî em Cejna Vejînê li hemû hevalan pîroz dikin.’’