NPG'ê fermandariya eyaleta Heftanînê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê rêveber û şervanên eyaleta Heftanînê ya HPG'ê ji ber çalakiyên wan ên serketî pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi wesîleya çalakiyên 2 û 13'ê Çileyê yên hêzên gerîla yên li herêma Heftanînê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker a li herêma Heftanînê li herêma we tê birêvebirin, çalakiyên ku di 2'ê Çileyê de li Girê Konferansê û di 13'ê Çileyê de li dijî hêzên dijmin ên li ser girekî nêzî Girê Partîzan hatin lidarxistin, çalakiyên encamgir bûn.

Çalakiya ku li dijî çeperên dijmin ên li ser Girê Konferansê yê Mezin hate kirin û di encamê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin, çalakiyeke serketî û encamgir bû.

Çalakiya li dijî yekîneyên dijmin ên li nêzî Girê Partîzan jî çalakiyeke serketî û xurt bû ku hêzên we bi hostatî xwe berdan nava çeperên dijmin û çek ji ser leşkerên dijmin rakirin.

Ev her du çalakiyên ku li gel teknîka dijmin jî bi ser hêzên dijmin ve çûn û eciqandin, malzemeyên leşkerî ji ser dijmin rakirin û bêyî windahiyekê bidin xwe vekişandin, bi vî rengî dijmin têk birin, çalakiyên bi bandor û encamgir bûn.

Em hevrêyên tevlî van çalakiyan bûne hemûyan pîroz dikin ku bi rêbaz û taktîka serdema nû di çarçoveya ruhê êrişê yê encamgir de bêyî windahiyan bidin bi hunereke mezin û hostatiyeke xurt derbên giran li dijmin xistin.

Bi vê wesîleyê we û di şexsê we de hêzên li eyaleta we hemûyan silav dikin û hêviya serketinên mezintir dikin."