Nobetên edaletê yên li Amed û Wanê didomin

Nobetên edaletê yên xizmên girtiyan li Amed û Wanê birêve dibin didome.

ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên ku tevî cezayên wan ên înfazê xilas bûne jî nayên berdan, di zûtirîn demê de serbest bên berdan malbat bi dehan roj in li Amed û Wanê nobeta edaletê digirin. Çalakiya nobetê ya li Baroya Amedê di roja 62’an de, çalakiya li Baroya Wanê jî di roja 37’an de berdewam dike.

Rêvebera Komeleya Malbatên Girtî û Hukûmxwariyan a Amedê (TUAY-DER) Mûşeher Oker, îro li Amedê serdana xizmên girtiyan kir.

Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan Nazîme Boltan di axaftina ku di serdanê de kir careke din xwest ku daxwazên wê bên qebûlkirin.

Bîrgul Çagirci jî axivî û got, “Dayik 62 roj in nobetê digirin da ku li girtîgehan cenaze dernekevin. Heta ku encam bê girtin em li vir in. Em ê ne rojekê, ger hewce bike hezar rojan li vir rûnin."

Rêvebera TUAY-DER'ê Mûşeher Oker serbest neberdana girtiyên nexweş wek rewşeke ku nayê qebûlkirin destnîşan kir û got, "Ramanên wan çi dibe bila bibe, divê girtiyê nexweş werin berdan."

 

WAN

Malbatên li Wanê nobetê digirin çûn serdana TUHAY-DER a Wanê. Di serdanê de Hevseroka TUHAY-DER'a Wanê Edîbe Batûr axivî û xwedî li daxwazên malbatan derket.

Dayika Mert Ekîncî yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê girtî Sefîka Ekîncî nerazîbûna xwe nîşan da û got, "Girtî nabin nexweşxaneyê."

Ekîncî wiha berdewam kir: “Ji girtiyan re gelek pirsgirêkan derdixin. Gardiyan ji girtiyan re dibêjin 'parêzerê we hatiye' lê li şûna parêzeran kesên din tên û dixwazin bi girtiyan re sohbet bikin. Li ser vê yekê girtiyan hevdîtinê red dikin û diçin qawîşên xwe. Divê parêzer biçin bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin.”

Ekîncî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em rabin ser piyan û  ji dengên wan re bibin deng. Ji bo zarokên me ji vê zilmê rizgar bibin em têbikoşin. Em vê dixwazin, tiştekî din naxwazin. Tenê aştî û edaletê dixwazin."