Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 139’emîn de didome

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin ji bo dawî li sepana tecrîda li girtîgehan were di roja 139’emîn de berdewam kir.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin ji bo dawî li sepana tecrîda li girtîgehan were di roja 139’emîn de berdewam kir. Malbatan li ber Girtîgeha Kiriklarê ya Tîpa F’yê li dar xist. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin û rêveberên HDP’ê destek dan malbatan.

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku poşmantî li girtiyên tê lêferzkirin cezayê wan tê taloqkirin û li girtiyên 20, 30 sal in girtî ne poşmantî tê ferzkirin. Poyraz anî ziman ku wê zarokên wan poşmantiyê qebûl nekin û jixwe ew li zindanan bedelên xwe didin û heta mafê girtiyan bê dayîn dê nobeda xwe bidomînin. Poyraz da zanîn ku wan zarokên xwe ne ji bo dewlet wan bikuje anîne dinyayê û zarokên wan ji bo rûmeta xwe li ber xwe didin û êdî bes e ew azadiyê dixwazin.