Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 119’an de didome

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 119’an de didome.

Malbatên girtiyan ên Îzmîrê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku ligel cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û li dijî tecrîda li ser girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 119’an de li ber Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê berdewam kir. Malbatên girtiyan di çalakiyê de pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li xwe kiribûn. Di çalakiyê de malbatan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsayê û yên navçeyên Bornova û Konakê jî piştgirî dan çalakiyê. 

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş axivî û xwest ku polîtîkaya zextê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe. Bi domdarî Gumuş, ev tişt anî ziman: “Mafê tedawiyê yê zarokên me tê astengkirin. Dema dibin nexweşxaneyê û tînin, dixin hucreyên yekkesî. Gelo girtiyên nexweş wê di hucreya yekkesî de çawa pêdiviyên xwe bi cih bînin? Pirtûk, kovar û rojnameyan nadin girtiyan. Heta fatûreyên ceyran û avê jî girtî bi xwe didin. Di serî de Aysel Tûglûk, bila hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila daxwazên girtiyên ku li Girtîgeha Kiriklarê ketine greva birçîbûnê bi cih bînin. Em naxwazin zarokên me di girtîgehan de bimirin. Em naxwazin ku cenazeyên zarokên Kurd di qartonan de radestî dayik û bavên wan bên kirin. Ez li vir bang li wezîrê edaletê û serokkomar dikim; van komkujiyan di zûtirin demê de bidin sekinandin û dawî li vê zilmê bînin.”