Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Bes e ji vê zilmê re!

Malbatên ku li Îzmîrê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku ligel cezayê wan qediyan nayên berdan, Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin, gotin ‘Bes e ji vê zilmê re.’

Ji bo berdana girtiyên nexweş, girtiyên ku ligel cezayê wan qediyan nayên berdan û rakirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, malbatên girtiyan li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 135’an de li pêşiya Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Malbatên girtiyan di çalakiyê de pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn. Her wiha di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berwxedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em şer nawxazin” berz kirin.

Rêveberên Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Menemen û Karşiyakayê, Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevanya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) jî di çalakiyê de amade bûn. 

Di çalakiyê de Hanîfe Gumuş axivî ku kurê wê girtiyê nexweş Nezîr Gumuş li Girtîgeha T-1 a Bandirma ya Balikesîrê tê ragirtin. 

Gumuş, diyar kir ku çavê wan li xwîn, komkujî û pereyan nîne û ev tişt anî ziman: “Çavê me li rêya aştî û edaletê ye. Em naxwazin xwîna tu kesî birije. Em naxwazin xwîna leşkeran û ya zarokên me birije. Daxwaza me ew e ku êdî dilê me rehet be. Em naxwazin ku cenazeyên zarokên me di tûrekî de bidin bavên wan. Bes e êdî ji vê zilmê re. Bila her kes dengê xwe bilind bike.”