Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Êdî bila ev zilm bidawî bibe

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ya li Îzmîrê di roja 96’an de didome. Di nobetê de bang hat kirin ku êdî ev zilm bê bidawîkirin.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Îzmîrê di roja 96’emîn de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir.

Ji malbatên girtiyan Hanîfe Gumuş axivî û diyar kir ku heta ew bigihîjin encamê wê têbikoşin û di serî de malbatên girtiyan divê hemû aliyên bihestiyar xwedî li girtiyan derkevin û banga piştevaniyê kir.

Gumuş anî ziman ku divê di serî de Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha got: “Bila kes li girtîgehan nemire. Bila darbest ji girtîgehan dernekevin. Tu mafek girtiyên me nayê nasîn. Ev bêedaletî ye. Rojnameyan, radyoyan nadin girtiyan. Ji gelek mafên xwe bêpar mane. Bila hemû bêhiqûqî bi dawî bibin. Bila mafê hevdîtina bidîmen ê zarokên me bê nasîn. Bila êdî ev zilm bidawî bibe.”