Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Çareserî rakirina tecrîdê ye

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 78’emîn de berdewam dike. Di Nobeta Edaletê de hate gotin ku her kes berpirsiyar e ku xwedî li girtiyên nexweş derkeve.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 78’emîn de li ber avahiya Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên HDP’ê û endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad piştgirî dan malbatan. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.

‘YÊN KU DOZA AŞTÎ Û EDALETÊ DIKIN WEKE SÛCDAR TÊN DÎTIN‘

Ewilî Hevserokê Rêxistina HDP’a Navçeya Karşiyakayê Menfî Yilmaz axivî. Yilmaz anî ziman ku li vî welatî tevî em welatî ne jî lê mauameleya welatiyên çîna bindest li me tê kirin û got: “Em êdî vê qebûl nakin. Qey şaş e ku mirov mirina tu kesî nexwaze? Yên ku doza aştî û edaletê dikin tev wek sûcdar tên dîtin. Çi sûcê rojnamevanên girtî yên li Amedê heye? 5 Sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêzerên xwe nabîne. Vî mirovî ji xeynî aştiyê çi xwest? Ji îro û pê ve saziyên bêedaletiyê dikin divê êdî bibêjin bes e. Bila dawî li îşkenceyê bê anîn.“

‘EM Ê BIBIN DENGÊ GIRTIYAN‘

Endamê Înîsiyatîfa Xwednekarên Azad Ayhan Bakir jî axivî û got: “Her kes berpirsiyar e ku xwedî li girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan derkeve. Em bibin dengê girtiyan û malbatên wan. Her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Ji zindanan darbest derdikevin. Heke serî li ber vê zilmê were tewandin wê edalet tu deme bicih neyê. Çareseriya vê jî rakirina tecrîdê ye.”