Nobeta Edaletê ji bo girtiyên nexweş 6 roj li pey xwe hişt

Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş li Amedê hatî destpêkirin di 6’mîn roja xwe de ye. Di daxuyaniya îro de banga hişiyariyê li raya giştî hat kirin.

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş, bi armanca ku balê bikişînên ser girtiyên xwe û înfaza wan bê taloqkirin li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 6'an de berdewam dike. Nobeta îro ji hêla xizmên girtiyan Reşahat Ada, Hasîne Guler, Încî Guler, Feyziye Kolakan, Saît Demîr û Hakki Boltan berdewam kirin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Dersîm Dag, Semra Guzel û Remziye Tosûn serdana nobetê kirin.

Dema serdana parlamenteran Xwişka Hamdûsena Ada ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Amedê girtî ye Reşahat Ada axivî û diyar kir ku derbarê rewşa girtiyan de agahî nagirin û wiha got: "Em weke malbat bi fikar in. Hema em hinek bêhna wan jî bigirim besî me ye. Dayika ditirse ku bi hesreta kurê xwe bimire. Divê em li wan xwedî derkevin. Em ê ji bo wan têkoşîna xwe bidomînin. Êdî bes e."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel jî axaftineke kurt kir û ev tişt got: "Tevdîrên pandemiyê li her derî hatine rakirin lê li girtîgehan didomin. Ev ne tiştekî ku bê qebûlkirin e. Hevdîtina rû bi rû pêk nayê. Pandemiyê dikin hincet. Girtî nikarin bên cem hev. Aktîvîteyên civakî ji bo girtiyan tên astengkirin. Nikarin biçin nexweşxaneyê. Ev hemû pêkanînên şerê taybet ên li dijî vê civakê ne. Di demeke nêz de pakêteke înfazê derxistibûn û girtîgehan vala kirin lê kujer, tecawzikar û tacîzkaran berdabûn. Bêhiqûqiya li dijî we û Îmraliyê li her derî xwe dide der. Divê ev di civakê de bibe rojev. Îro li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye û ev belavî tevahiya civakê bûye. Lê destûr nadin axaftina vê jî. Tişta ji destê me bê em ê li qada siyasî bikin û timik li cem we ne."