Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê dabûn destpêkirin di roja 10’an de didome.

Malbatên girtiyan, ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Nobeta malbatan di roja 10’an de didome. Wê di nava rojê de gelek kes û sazî biçin serdana malbatan.