Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û êşkence bi dawî be

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin û nayên berdan berdewam dike. Xizmên girtiyan xwestin ku tecrîd û êşkence bi dawî bibe.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li Îzmîrê dane destpêkirin, di roja 136’emîn de berdewam dike. Di nobeta ku li ber Girtîgeha Kiriklarê berdewam kir de malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Deng bidin zindanan” û “Ji Girtiyên Nexweş re azadî” dinivîsî li xwe kirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bûcayê piştgirî da daxuyaniyê.

Dayika girtiyan Cuneyt, Bunyamîn û Ahmet Surme, Fatma Surme ya li vir axivî û bi bîr xist ku 136 roj in Nobeta xwe ya Edaletê didomînin û wiha got: “Em dayikên aştiyê ne bila dengê me bê bihîstin. Em ji bo girtiyan di nobeta edaletê de ne. Bila tedawiya girtiyê nexweş bê kirin. Girtiyên tena serê xwe di girtîgehê de bimînin bila bên berdan. Li girtiyên ku cezayê wan xelas bûye poşmantî tê ferzkirin. Ji ber girtî poşmantiyê qebûl nakin berdana wan hatiye taloqkirin. Ev ne tişteke ku were qebûlkirine. Ev rewş wê heta ku derê bidome. Bila êdî dilê dayikan neêşe û tecrîd û êşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe.”