Nobedarên vê hefteyê koma Rojava ya ji Awûstûrya ye

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ya li ber avahiya Konseya Ewropayê, di hefteya 356'an de ye.

Di hefteya 356'an de çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ji aliyê çar Kurdistaniyên ji Rojava ve tê meşandin ku ji Awûstûryayê hatine. Heme Hecî Elî, Mahmût Heme, Mehemet Hesekî û Bavê Metîn Heme Kobanê doh nobed dewr girtin.

Bi navê çalakgerên vê hefteyê, Heme Hecî Elî axivî û diyar kir, ew bêdengiya dinyayê bi taybetî ya welatên Ewropayê şermezar dikin. Berdevkê komê anî ziman, ji bilî mafên mirovan û wekheviyê daxwazeke din a Kurdan nîne û destnîşan kir, têkoşîna ku Kurdan li Kobanê dest pê kirin û li Baxozê dawî li DAÎŞ'ê anîn, ne tenê ji bo Kurdan e, her wiha ji bo mirovahiyê hemû ye.

Berdevkê komê da xuyakirin, ew bêdengiya Ewropayê ya der barê Kurdan û Ocalan de qebûl nakin û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku çalakiya herî demdirêj a bênavber a Kurdan e, 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kiribû. Hatibû ragihandin ku çalakî heta azadiya Ocalan wê bidome.