Nobeda ji bo azadiya Ocalan heft sal in bênavber didome

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj a bênavber a gelê Kurd û dinyayê ye, kete sala 8'an. Çalakî bi komên ji welatên cuda yên Ewropayê 2 hezar 556 roj in bênavber didome.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasbourg ê Fransayê li qadeke li ber avahiyên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dest pê kir û çalakiya herî demdirêj a bênavbera a gelê Kurd û dinyayê ye, kete sala heyştan.

Xwediyê fikrê vê çalakiyê Essa Moosa ye ku li Efrîkaya Başûr tevî Nelson Mandela li dijî rejîma Apartheid a nîjadperest têkoşiya. Moosa her wiha parêzerî ji Mandela re kiribû.

Her hefte komeke nû ji welatekî cuda yê Ewropayê nobedê dewr werdigire û li gel sar, serma, germ û baranê her roj daxwaza ji bo azadiya Ocalan tînin ziman. Nobedar her roj saet 07:30'î dest bi çalakiyê dikin û heta saet 16:30'î der barê Ocalan de belavokan belav dikin û diyalogê bi mirovan re dikin.

Tevî nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê her wiha mehê carekê jî nûnerên pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) dibin nobedar. Jin, ciwan, dayik û xizmên şehîdan, nûnerên saziyên Kurdan, xebatkarên medyayê û hunermend jî tevlî çalakiyê dibin.

'HETA KU OCALAN AZAD BIBE WÊ NOBEDA ME BIDOME'

Yek ji amadekarên çalakiyê Mûnzûr Emekçî ku sê salan tevlî amadekariyê bû, sala 2016'an jiyana xwe ji dest dabû. Di 30'ê Adara 2015'an de ji ANF'ê re axivî bû û gotibû, "Bi navê Komîteya amadekar em ê heta azadiya Birêz Ocalan çalakiya xwe ya nobedê bi piştgiriya gelê xwe bidomînin."

Kesê bi navê Zulfu Bîngol sal û nîvek e di nava Komîteya Çalakiyê de ye. Bîngol bi bîr xist ku wan heft sal li pey xwe hiştine û heta azadiya Oclaan wê çalakiya xwe bidomînin.

Bîngol bi bîr xist, Ocalan gelekî li ber tinebûnê hişyar kir û destnîşan kir, gelên xwedî li lîderê xwe dernekevin nikarin xwedî li paşeroja xwe derkevin. Bîngol got, "Lewma ev çalakî çalakiya gelekî ya xwedîderketina li paşeroja xwe ye."

Bîngol diyar kir ku bi vê nobedê re ew dîroka paşeroja xwe dinivîsînin û got, "Dema ku zarokên me, neviyên me dema bê li vê çalakiyê temaşe kirin wê ji têkoşîna me ya li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera dinyayê serbilind bin."

Çalakgeran di nava heft salan de xwe gihandin gelek mirovên ji welatên cuda û ji wan re qala Kurdan û têkoşîna wan kirin. Hem Parlamenterên Parlamenta Ewropayê hem jî siyasetmedarên cuda serdana çalakgeran kirin.

BERXWEDANA DEMDIRÊJ Û DESTANÎ

Ji parêzerên berê yên Ocalan Mahmût Şakar yek ji wan kesan e ku çalakiya azadî ji Ocalan re dişopîne.

Şakar di salvegera bîstan a komploya navneteweyî de ya li dijî Ocalan bal kişand ser girîngiya çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' û got, "Li dijî komployê li parçeyên Kurdistanê hemûyan û dîasporayê berxwedaneke destanî, demdirêj, bênavber û bi israr hate kirin. Gelê me bi îrade û biryardairyeke mezin li dijî êrîşeke giran rawestiya."

Şakar anî ziman ku yekane daxwaz azadiya Ocalan e û got, "Revandina wî bi rengekî korsanî pêvajoyên piştî revandinê hemû ji aliyê hiqûqî ve nederbasdar kir. Tevî ku biryareke adîl nîne jî heta niha dîl tê hiştin. Di nava sîstema tecrîdê de tê hiştin ku weke êşkenceyê tê qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de nabe ku Ocalan dîl bê hiştin. Bilêvkirina daxwaza berdana wî daxwazeke rast e."

NÛNERÊN SAZIYAN WÊ BIBIN NOBEDAR

Nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî wê îro bibin nobedar. Tevî pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) wê nûnerên saziyan pênc rojan nobedar bin.