Nobeda Edaletê ya Amedê di roja 47’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbaten girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 47’emîn de didome. Malbatan banga piştgiriyê û hestiyariyê kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbaten girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 47’emîn de berdewam dike. Ji destpêkê de heya niha gelek rêxistin, saziyên sîvîl û partiyên siyasî serdana malbatan kirin. Di serdanan de banga pêkanîna edalet hatin kirin. Îro jî malbatên girtiyan hatin serdana nobetê.

Malbatan di serdanê de behsa armanca nobetê kirin, daxwazên xwe anîn ziman û bangewaziya piştevaniyê kirin.