Nobeda Edaletê ya Îzmîrê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin di roja 74’emîn a Nobeta Edaletê de li pêş Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê li hev civiyan û xwestin zilma li girtîgehan bi dawî bibe.

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin di roja 74’emîn a Nobeta Edaletê de li pêş Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê civiyan. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Guzelbahçeyê piştgirî da malbatan. Malbatan pêşmalkên li ser nivîsên “ji girtiyên nexweş re azadî” dinivîsî li xwe kirin.

Hevserokê HDP’a Guzelbahçeyê Tamer Aydin ê li vir axivî, xwest ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. Aydin, xwest ku di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên înfazên wan hatin şewitandin bên berdan û wiha got: “Tirkiye bi temamî veguheriye girtîgehekî. Em dixwazin welat demokratîk be.”

Pişt re yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan bi bîr xist ku nêzî 2 meh û nîvin lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û wiha got: “Rayedaran ji daxwazên me re guhên xwe girtine. Zarokên me di bin zilmê de ne û tên tepisandin. Dibêjin bijîşkên pispor nînin û emeliyatan pêk nayînin. Bila zarokên me bidin me ku tedawiya wan pêk bînin. Midurê Girtîgeha Kiriklarê Haydar Alî Ak zilmê li zarokên me dike. Wijdana wî midûrî nîne? Dengê me gihişte hemû cîhanê lê li vir kesê nebihîsî. Em êdî nikarin pereyan jî ji zarokên xwe re bişînin. Dema min xwest ji girtiyê ku wasiyê wê/wî me re pere bişînim, rayedarên girtîgehê dibêjin ‘tu nikarî pere bişînî’ Ez wasî me malbat li vir nîne, çima van tiştan dikin.”

Yagmekan bal kişand ku zextên li ser girtiyan zêde dibin û wiha axivî: “Qawişên zarokên me ji hev diqetînin. Girtiyên edlî têxin navbera wan. Haya zarokên me ji hev nîne. Qawişên wan bi awayekî derhiqûqî ji hev tên dûrxistin. Zarokên me li wir bimirin jî haya kesê jê çênabe. Em weke dayik dixwazin zextên li ser zarokên me bi dawî bibin.”