Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' bi koma ji Giessenê dewam dike

'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma ji bajarê Giessenê yê Elmanyayê dewam dike.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di sala 10'emîn de ye, bi hefteya 482'an dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jî komek ji welatparêzên Kurd ên ji bajarê Giessenê yê Elmanyayê ye.

Di nava koma vê hefteyê de Şerîf Hezex, Esta Serhat, Xebat Mardîn û Mecît Botan hene.

Şerîf Hezex bi navê komê axivî û anî ziman ku armanca wan misogerkirina azadiya Ocalan e, heta ku Ocalan azad bibe wê gelê Kurd çalakiyên xwe dewam bike.

Hezex anî ziman ku sûcên ku dewleta Tirk di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd dike, sûcên li dijî mirovahiyê ne û bi bîr xist ku Parlamenta Ewropayê û Konseya Ewropayê li dijî van sûcan hîn gav neavêtine.

Şerîf Hezex anî ziman, tevî ku deh sal di ser nobedê re derbas bûne saziyên Ewropayê çareseriyeke mayinde neafirandine û got, "Hevparê sûcê astengkirina hevdîtinên Rêberê me bi parêzer û malbata xwe re, saziyên Ewropayê ye. Ev sazî pîvanên demokrasiyê û mîsyona mafên mirovan ku ji xwe re dikin esas, bi cih nînin."

Şerîf Hezex ragihand ku dewleta Tirk hêzê ji siyaseta durû ya Ewropayê digire û bi vî rengî zilmê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê Kurd dike û destnîşan kir ku gelê Kurd bi biryar e heta encamê werbigire wê çalakiyên xwe dewam bike.