Nobeda Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan

Li Nobeda Aştiyê ku ji bo girtiyên nexweş hat destpêkirin, careke din hat xwestin bila tecrîd bê rakirin û girtiyên nexweş bên berdan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her meh roja Îna yekem Nobeda Aştiyê li dar dixe.

Çalakiya vê heftê bi sernavê “Bila binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi dawî bibin!”, “Bila mafê jiyanê were parastin” li şaxa komeleya Enqereyê hat li dar xistin.

 Rêveberên Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê beşdarî nobedê bûn.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di çalakiyê de axivî û got: “Divê Saziya Tipa Edlî cihêkariyê neke û raporên berfireh ên nexweşxaneyên dewletê esas bigire. Berdana girtiyên nexweş a di pêvajoyên aştiyê de girîng e. Gelek girtiyên siyasî hene û vesazkirinên ji bo girtiyan dê bi xwe re aştî, wekhevî, azadî û edaletê bîne.”

Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat jî diyar kir ku mafê jiyanê mafekî bingehîn e û bal kişand ser girtiyên nexweş ên li girtîgehan. Kanat got: “Parastina jiyana mirovan, bi parastina beden û psîkolojiya mirovan pêkan e. Ev maf, ji bo hemû girtiyan derbasdar e. Li gorî îstatîstîkên Wezareta Dadê ya 1’ê Kanûna 2022’an, 336 hezar û 315 girtî û hikûmxwar hene. Ji van 5 hezar û 513 kes temenê wan li ser 65’an e. Li gorî tespîtên komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê ya Nîsana 2022’an jî li Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.”

Endama Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan jî wiha got: “Girtiyên nexweş baş nayên xweyîkirin, nikarin ava paqij peyda bikin û zorê lê dikin ku di navbera rûmet û tedawiyê de tercîhekî bikin. Ev yek jî pirgirêka heyî girantir dike. Ji bo ku baş bên tedawîkirin, divê înfaza wan were taloqkirin. Divê bêyî ku cihêkariyê bikin, giştîname li hemû deveran bêşert û merc bikeve meriyetê û şert û mercên berdana girtiyên nexweş bên amadekirin.”

Endama Komîsyona Mafên Mirovan a ATO’yê Ayşe Ûgûrlû jî got ku divê ji bo girtîgehan her cureyên tedbîran bên girtin û da zanîn ku girtî ji ber sepanên weke tedawiya bi kelepçe, lêgerîna tazî tedawiyê red dikin. Ûgûrlû got ku ew dixwazin rê bê dayîn ku li girtîgehan bi rehetî kontrolan bikin.

Hevserokê SES a Enqereyê Kubîlay Yalçinkaya jî daxuyand ku xwenegihandina tenduristiyê pirsgirêkeke cidî ye û bang li wezaretê û midûriyetan kir ku li gorî rêgezên peymanên navneteweyî tevbigerin.

Herî dawî jî li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê Munîbe Koç bal kişand se tecrîda Îmraliyê û wiha got: “Ger tecrîda li Îmraliyê rabe wê aştî were, girtiyên nexweş baş bibin. Ger tecrîd ranebe, wê mercên girtîgehan jî baş nebin. Pirsgirêka girtîgehan girêdayî tecrîd û aştiyê ye.”