Nivîskareke Kurd hêjayî xelata Hohenemsê hate dîtin

Xelata Wêjeyê ya Hohenems ku ji nivîskarên koçber ên zimanê wan ê dayikê ne Elmanî ne lê bi Elmanî dinivîsînin tê dayin, vê carê ji nivîskara Kurd Karoş Taha re hate dayin.

Weşanxaneya Hohenems a li Awûstûryayê, ji sala 2009'an û vir ve Xelata Wêjeyê ya Hohenemsê dide nivîskarên ku zimanê wan ê dayikê ne Elmanî ye lê belê bi Elmanî dinivîsînin.

Ne tenê li Awûstûryayê ji Elmanya û Swîsreyê jî nivîskarên bi Elmanî dinivîsînin tevlî pêşbirkê dibin. Ji bo wergirtina xelatê 111 nivîskarên koçber serlêdan kirin. Jûriya xelatê jî nivîskara Kurd Karoş Taha hêjayî xelatê dît.

Komîteya jûrî diyar kir, Taha ya ji bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ku dema 9 salî bû tevî malbata xwe neçar ma koçî Elmanyayê bike ji ber pênûsa xwe ya pir çandî û pir zimanî hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Taha piştî ku xelat wergirt ji medya Awûstûryayê re axivî û diyar kir, bi saya wê yekê ku di nava malbata xwe de bi Kurdî û Elmanî diaxive berhemên wê rengîn in. Taha got, "Piştî bi salan em vegeriyan Kurdistanê dayika min nizanîbû ku bi kîjan zimanî bi min re biaxive. Ji bo hîn bibe dixwest bi Elmanî biaxive, ji bo ez Kurdî ji bîr nekim jî bi min re diviyabû bi Kurdî biaxiviya."

Taha anî ziman ku xewnên wê jî êdî bi Elmanî û Kurdî ne û diyar kir, li pêşberî Xelata Hohenemsê ew matmayî maye. Taha xelata xwe bi merasîmekê wergirt.

Romana "Beschreibung einer Krabbenwanderung" (Vegotina meşa kevjalekî) ya Karoş Taha sala 2018'an hate weşandin. Romana wê li eyaleta NRW a Elmanyayê jî hêjayî xelatê hatibû dîtin.