Nivîskara Kurd Leyla Saraç dîsa hate girtin

Nivîskara Kurd Leyla Saraç a ku 8 meh berê ji Girtîgeha Girtî Tîpa M a Baybûrtê hat tehliyekirin, înfaza wê hat betalkirin û dîsa hate girtin

Nivîskara Kurd Leyla Saraç a ku sala borî di 25’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê hat tehliyekirin, piştî 8 mehan bi hinceta “9 cezayê wê yê hucreyê heye” biryara girtina wê dan. Saraç li Balafirgeha Îzmîrê hat destgîrkirin, dadgeh bi îdiaya “înfaza wê hatiye betalkirin” ew girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê.

Saraç bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û nîv ceza lê hat birîn û 5 sal û 8 meh girtî mabû. Bi betalkirina înfaza wê salek û 7 mehê din jî wê li girtîgehê bimîne.