Nikarin asteng bikin, em ê ya nû vekin

Hunermendan girtina Mîr Muzîkê û Weşanxaneya Mezopotamyayê ya ji hêla hikûmeta Berlînê ve şermezar kirin û gotin, ''Ên ku stranên neteweyekê çêdikin, ji yên ku yasayan datînin xurtir in. Nikarin asten bikin em ê yeka dî vekin.''

Piştî zexta li ser Mîr Muzîkê û Weşanxaneya Mezopotamyayê û biryara girtina wan hunermendan helwest nîşan dan.

Stranbêj Cewat Merwanî bi bîr xist ku beriya niha jî bi ser van du saziyan de girtine û hemû têkberên wan hatine desteserkirin û domand, ''Eva cara duyan e ku êrîşeke nehiqûqî dikin û bi ser wan de digirin. Dema ku mirov li nêzîkatiyê dinere, li rengê êrîşê, weke ku polîsên Tirk bi hezaran kîlometre hatibin û bi ser van saziyan de girtibin.'' Merwanî got, ''Em hewl didin ku çand û muzîka ku 5 hezar sal in heta îro hatiye bidin jiyîn'' û domand, ''Niha dikarin vir bigirin lê em ê jî yeka nû vekin. Bi van zextan nikarin pêşî li xebatên me yên ji bo domandina çand, gerdîşeyên me bigirin.''

EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN

Stranbêjr Denîz Daman got Elmanya mîna polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk nêzîk dibe, diyar kir dewleta Elman ji bo ku Erdogan dilxweş bike bi van nêzîkatiyên qedexeker destekê dide êrîşan û got. Deman êrîşa li ser saziyên Kurd şermezar kir û got, ''em bang li hemû stranbêj, demokratan dikin ku li dijî vê hişmendiya qedexekar têbikoşin.''

'MALÊN ME MÎNA SAZIYÊN HUNERÊ N'

Stranbêj Farqîn Azad jî got Elmanya ji 1993'an e êrîşê tîne ser Kurdan û saziyên demokratîk ên Kurdan, têkilên gemarî yên di navbeyna Elmanya û Tirkiyê de bi bîr xist û got, ''Çi dema ku bazarekê dikin, êrîşên dibin ser sazî û dezgehên Kurd, siyasetmedarên Kurd destgîr dikin û wan dikin girtîgehan'' û domand, ''Bi girtina saziyên Kurdan heke dibêjin qey ew ê bikaribin pêşî li çand û huneran bigirin şaş in. Ji ber ku malên Kurdan mîna saziyên çand û hunerê ne, zimanê xwe diaxivin û çanda xwe dijîn. Elmanya divê dawî li zextên xwe yên li ser Kurdan bîne.'

TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Stranbêj Kawa jî got, ''Bila kesek ne li bendê me ku em bêdeng bimînin. Em heqê xwe dixwazin, azadiya gelê xwe dixwazin. Gelê me li Rojava, Bakur, Başûr heqê xwe dixweze. Li dijî van êrîşan em nikarin bêdeng bimînin.''

ŞERMA ELMANYAYÊ

Hozan Xemgîn Bîrhat jî ku 4 salan di rêveberiya Mîr Muzîkê de mayî got, ''Bêdengkirina hunermendan, girtina weşanxaneyan duh li Elmanya karê Hîtler bû. Elmanya li gel ku vê şermê dijî jî, bi heman rêbazê bi ser Kurdan de tê. Lê her çi jî bibe Kurd wê bêdeng nemînin û rêya xwe bidomînin.''

BI HÊRS IM

Hozan Idrîs Bagok jî got, ''Elmanya zilmê li Kurdan dike. Kurd vê ji bîr nakin. Elmanya ji dîroka xwe dersê nastîne? Hê duh pirtûk hatin şewitandin, muzîk hate qedexekirin, komkuî li ser gelan hate kirin. Ev şerm têra Elmanyayê nekir? Ez vê şermezar dikim, li dijî vê bi hêrs im.''

Hozan Rêber jî got, ''Divê Kurd li dora saziyan werin cem hev, bi rikdarî li têkoşîna azadiyê, li hunermendan, li saziyan û siyasetmedaran xwedî derkevin.''

ÊN KU STRANAN ÇÊDIKIN XURTIR IN

Serhat Çarnewa jî got, ''Em di serdemeke wiha de dijîn li her deverê ji bilî berxwedanê ti vebijêrk ji Kurdan re nemaye. Ên ku stranên neteweyekê çêdikin, ji yasaçêkeran xurtir in. Em ê bi vê dirûşmê zêdetir hilberînin, ji pêvajoyêre bibin bersiv.''

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka