Nijadperestên ku li Enqereyê êrişî ciwanên Kurd kirin, hatin berdan

Ji koma nijadperest a ji 30 kesî ku êvara Yekşemê li ber Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê êrişî sê ciwanên Kurd kirin, du kesên hatibûn destgîrkirin bi bayê bezê hatin berdan.

Nijadperestên paramîlîter ên dewleta Tirk ku nêzî 30 kes bûn, êvara Pêncşemê bi kêran êrişî sê ciwanên Kurd kiribûn.

Du ji êrişkarên nijadperest hatibûn destgîrkirin. Li hemberî êrişkarên nijadperest Îsa Kok û Fatîh Temel ji ber ku beriya niha jî li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê bi kêr û satoran êrişî xwendekaran kiribûn, doz hatibûn vekirin. Tevî vê yekê jî dozgeriyê herdu êrişkar bi lez û bez berda. Nayê zanîn ku wekî din kes hatiye destgîrkirin yan na.

K.Y. ê ku di êrişê de birîndar bû, piştî ku li nexweşxaneyê birîna wî hate pêçandin, birin Amîriya Navenda Polîsan a li herêmê û îfadeya wî girtin.

Îsa Kok ê ku kêr li K.Y. xist, demeke kurt beriya êrişa nijadperest li ser tevna dîjîtal di wesayitekê de wêne kişandibû û nota "Ne gera êvarê ye" danî bû. Ev wêneyê ku tê texmînkirin li cihê êrişê hatiye kişandin, nîşan dide ku êriş plankirî ye.

Tê gotin ku Îsa Kok û Fatîh Temel bi telefonekê komek ji 30 êrişkarên nijadperest kom kirine.