Niha jî hevdîtina malbatên rojnamevanên Kurd tê sînordarkirin

Derket holê ku hevdîtinên malbatên 16 rojnamevanên Kurd ên bi awayekî derhiqûqî hatin girtin, niha jî bi awayekî keyfî tên astengkirin. Hevjîna Rojnamevan Azîz Orûç Hulya Orûç anî ziman ku tenê 20 deqeyan karîne bi rojnamevanan re hevdîtinê bikin.

Zilm û çewisandina 16 rojnamevanên Kurd ên bi awayekî derhiqûqî hatin girtin, li girtîgehê dewam dike. Derket holê ku rojnamevanên ku di 8’ê Hezîranê de li Amedê di serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin, 8 roj in li midûriyeta polîsan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û bi hinceta xebatên xwe yên rojnamevaniyê dikin hatin girtin, niha jî hevdîtinên malbatan a bi wan re bi awayeke keyfî tê sînordarkirin. Hulya Orûç a duh li girtîgehê çû serdana hevjînê xwe yê rojnamevan Azîz Orûç ku edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ye, bal kişande ser wê yekê ku tenê 20 deqeyan kariye bi hevjînê xwe re hevdîtinê bike.

Orûç ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ev çewisandin bi zanebûn bi taybetî li rojnamevanan tê kirin.

Orûç got, “Sibehê hevdîtina me hebû. Dema em hatin hevdîtinê me dît ku xizmên girtiyên siyasî di dema xwe de birin hundir û hevdîtin pêk anîn, lê em xizmên rojnamevanan nêzî 15-20 deqeyan li bendê man. Dema min pirs kir çima nahêlin em hevdîtin bikin, memûrê înfazê got, “Wê her kes cuda ji bo hevdîtinê bigirin hundir.” Lê dema em ji bo hevdîtinê ketin hundir, tenê 20 deqeyan me karî hevûdu bibînin. Hevdîtina kesên beriya me ketin hundir dewam dikir, ji nişka ve em derxistin derve û gotin 'qediyaye'. Dema me li hemberî vê bêhiqûqiyê îtîraz kir, henekên xwe bi me kirin û gotin, 'Kesên 15 deqeyan dereng dest pê dikin hene'. Wexta min anî bîra wan ku yên 15 deqe dereng dest pê kirin em in, keniyan.”

LI CIHÊ HEVDÎTINÊ DI NAVBERA CAMA DU QATÎ DE VÊ CARÊ CAXA HESIN DANÎN

Orûç, diyar kir ku di hevdîtina berê de 1 saetê ku dema normal e dikarin hevdîtinê bikin û anî ziman ku şert û mercên hevdîtinê ji girtîgehên din pir xirabtir in, di hevdîtinên girtî de ku normal dikarin li pişt camê pêk bînin, li Girtîgeha Tîpa D ya Ewlehiya Bilind a Amedê di navbera camên du qatî de vê carê jî caxa hesinî danîbûn, ji ber vê yekê jî nekariye rûyê hevjînê xwe jî bibîne. Orûç, destnîşan kir weke ku girtina rojnamevanan a bi rengekî derhiqûqî ne bes be vê carê jî hevdîtinên ku dixwazin bi malbatên xwe re çêbikin bi vî awayî tê astengkirin û banga hestiyariyê kir. Orûç îşare bi wê yekê kir ku gotegotek derbarê sewqiyata rojnamevanên girtî ya ji bo Elezîzê heye û diyar kir ku dema wê bi parêzer re li ser vê yekê axivîne, parêzer gotine ku berê jî ji vê girtîgehê sewqkirinên ji bo Elezîzê çêbûne û ev rewş bi giştî bûye sedema fikaran.

'BÊRÊ JÎ BI KOMPLOYEKÊ HAT GIRTIN'

Orûçê ragihand ku hevjînê wê bi salane rastî heman êşkenceyê tê û bi bîr xist ku salek berê bi komployeke bi heman rengî hatiye destgîrkirin û girtin. Orûç her wiha ragihand piştî ku Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê bi biryarnameyên mîna qanûnê hat girtin, hevjînê wê yê ku li Silêmaniyê xebatên xwe yên rojnamevaniyê dikir, li Ermenîstanê dema dixwest ji wir biçe Ewropayê hat girtin, êşkence lê hat kirin û radestî Îranê kirin û ji wir jî bi rengekî ku tenê cilên wî yên jêrîn hiştin avêtin aliyê Tirkiyê. Oruç bi bîr xist ku hevjînê wê yê ku bi saetan di sermayê de meşiya, nexweş ket û di medyaya sereke de wek “terorîstê ku ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bû hat destgîrkirin” hat nîşandan û hat girtin. Orûç, anî ziman ku hevjînê wê yê ku ji vê dozê beraat bû û pîşeya xwe berdewam kir, tenê 1 sal şûnde bi komployeke bi heman rengî careke din hate girtin û got, “Her çiqasê cihê me tê zanîn jî saet di 04.00'an de bi ser mala me de girtin. Heta fermana lêgerînê li milê Ezîz xistin û bi awayekî provokatîf gotin, “Tu fêm dikî, diçe serê te, tu têgihîjî?” Xanî tar û mar kirin, heta tenekeyên çopê yên di hemamê de geriyan. Mîna ku 8 rojan di hucreyên yekkesî de tên girtin ne bes be, bi hinceta xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin.”

'OPERASYONA BÊDENGKİRİNA ROJNAMEVANÊN KU ŞER DIXISTIN BER PIRSÊ'

Orûç bal kişand ku karkerê înşaatê yê ku Azîz bi wî re hevpeyvînek pêk anî bi hinceta gotinên wî yên li dijî şer derketiye hat destgîrkirin û Serdozgerê ku gerdeniya wî ala Tirkiyeyê bû, kirasekî spî û çakêtê sor li ber kiribû, çawa ku Ahmet Hakan ji Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hatî qetilkirin pirsî bû ji hevjînê Orûç pirsî, “PKK rêxistina terorê ye?” Her wiha Orûçê diyar kir ku lêpirsîna her kesî 20 deqe dom kir, lê lêpirsîna hevjînê wê 3 saetan dom kir û bal kişand ser wê yekê ku heta dosyayên ku jê hatine beraetkirin jî hatine pirsîn. Orûç ê ku di vê pêvajoyê de hevjînê xwe nedidît, anî ziman ku ev operasyoneke ji bo bêdengkirina rojnamevanên ku şer dixin ber pirsê û bi rêya wan dixwazin hevpîşeyên wan bitirsînin hatiye lidarxistin. Orûç axaftina ku wê rojê dema li ber edliyeyê li bendê bû di navbera her du polîsan de bihîstibû jî vegot û wiha pêde çû: “Ez ji kesên ku kamerayên rojnamevanan wekî delîl nîşan didin her tiştî hêvî dikim.” Orûç got, “Dema ku polîsan di navbera xwe de diaxivîn, yek jê pirsî, ‘Ka yê din nînê, yê wêne dikişîne?’ Yê din jê pirsî: ‘Ew kî ye?’ got: ‘Abdurrahman Gok’; dema ku wan fêm kir ku ez guhdarî dikim, dûr ketin.” Orûç di dewamê de da zanîn ku ev tiştên tên kirin hemû senaryoyekin ji bo veşartina kasetên xwe û qirêjiyên kirinî hatiye çêkirin û bi bîr xist ku salên berê jî heman tişt qewimî, lê di encamê de yên ku ev komplo pêk anîn winda kirin.

HERÎ ZÊDE ZAROK DIBIN QURBAN!

Orûç ragihand ku di vê pêvajoyê de herî zêde zarokên wan mexdûr bûne û diyar kir ku ew tenê 1 sal bû ku karîbûn bavê xwe bibînin. Orûç anî ziman ku bi taybet piştî girtina dawî rewşa kurê wê pir xirab bûye û wiha got: “Dema Azîz berê hat girtin, kurê me 15 mehî bû û ez 2,5 mehî ji keça xwe ducanî bûm. Dema zarokên min bi bavê xwe re derbas kirinî tenê salek e. Kurê min ji ber vê travmayê dijî. Roja din wê meqesek hilda û hemû perde, pîne û torên mêşan ên li malê qetand. Bi şevan tim bi kabûsan radibe û dipirse: 'Bavê min çû ku derê? Ma ew ê careke din neyê?. Vê carê ez neçar mam ku jê re rave bêjim bê ka çi qewimî. Ji ber vê yekê ji her mêvanê ku tê malê dipirse ka ew çi karê dikin û dema dibêjin rojnamevanî jî bêdeng dimîne. Mînak, çend roj berê cîranê me hat û jê pirsî, ka ew çi karê dike, got “doktor”. Ji birayê min pirsî û wî wekî şêwirmendê darayî bersiv da. Kurê min di cih de got, 'Dema bavê min hat jê re bêje bila bibe doktor an jî şêwirmendê darayî'. Wî li gorî xwe cîhanek wisa di hişê xwe de çêkiriye, wisa difikire ku ger bibe rojnamevan wê bê girtin, lê eger bibe doktor an jî şêwirmend, wê bavê wî careke din neçe.”

Orûç destnîşan kir ku hevjîn û hevalên wê niha di hucreyên ji 3 kesan pêk tê de li girtîgehê tên ragirtin, banga hestiyariyê ya ji bo berdana rojnamevanan dubare kir. Orûç bi bîr xist ku bi taybetî jî saziyên çapemeniyê yên profesyonel xwedî berpirsyariyeke mezin in û destnîşan kir ku li vir hewl tê dayîn ku pîşeya rojnamevaniyê were krîmînalîzekirin û ger li hemberî wê yekê deng neyê derxistin wê ev bêhiqûqî li her derê belav bibe.