Newroz li Stockholmê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên ku êvara 21'ê Adarê li paytexta Swêd Stockholmê bi meşeke bi meşaleyan Newroz pîroz kirin, duh êvarê vê carê li Solnahallenê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin.

Komeleya Piştevaniyê û Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê jî di nav de gelek saziyan peyam şandin û piştgirî dan gelê Kurd. Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt jî tevlî pîrozbahiyê bû û lê axivî. Sjostedt piştî ku axaftina xwe qedand, bi Kurdistaniyan re govend gerand.

SJOSTEDT: CÎHAN TEV DEYNDARÊ KURDAN E KU SPASIYA WAN BIKE

Sjostedt diyar kir ku yên li Rojhilata navîn bi biryareke xurt li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşiyan û DAÎŞ têk birin Kurd in û destnîşan kir ku wê vê rastiyê ti carî ji bîr nekin. Sjostedt got, "Cîhan tev deyndarê Kurdan e ku spasiya wan bike. Lê belê Serokkomarê Tirk Erdogan azadiya mirovên din weke gefekê li dijî xwe dibîne. Li dijî azadbûna Kurdan bi hêrs e. Vê yekê weke gefekê li dijî planên xwe dibîne."

Sjostedt welatên rojavayî rexne kir ku li pêşberî dagirkirina Efrînê bêdeng mane û got, eger Yekîtiya Ewropayê û welatên endam helwest li dijî vê nîşan bida, wê Erdogan newêrîbûya ku Efrînê dagir bike.

'DIVÊ HIKUMETA SWÊDÊ LI CEM KURDAN CIH BIGIRE'

Sjostedt da xuyakirin ku Partiya Çep alîgir e û li aliyê gelê Kurd e. Bang li hikumeta Swêdê kir ku li cem Kurdan cih bigire, dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bike û ji bo vekişandina artêş û çeteyên Tirk ji Efrînê dengê xwe bilind bike.

KARAMUS: DIVÊ MAL Û TÛRÎZMA TIRKAN BÊ BOYKOTKIRIN

Ahmet Karamus bi navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) axivî û got, ji ber ku Kurdan nekarîn yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye. Karamus diyar kir ku divê Kurd li hev bicivin, dersê bûyerên qewimîne derxînin û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku mal û tûrîzma Tirkan boykot bikin.

Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr jî got, "Eger dewleta Tirk daxwaza aştiyê dike, divê tecrîda li Îmraliyê rake ku nêrînên Birêz Ocalan karibe bigihêje gel."

Baydemîr destnîşan kir ku mîna Qazî Mûhammed, Mazlûm Dogan, şehîdên Kobanê û Efrînê wê gelê Kurd ti carî serê xwe li ber dagirkeran netewîne.

Di dewama pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Ocalan û pîrozbahiyên Newrozê hate nîşandan.

Piştre hunermendên Kurd; Bêrîvan Alp, Ferhat Kanat, Seyda Perînçek, Nasir Rezzazî, Ozan Diyar û Beytocan derketin ser dikê û Kurdistaniyan li ber stranên wan govend gerandin.

Di dawiya şevê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn.