Newroz li Skoçyayê hat pîrozkirin: Em li dora berxwedanê bicivin

Di pîrozbahiya li paytext Edîngbûrghê de banga kombûna li dora berxwedanê û tevlîbûna li kampanya ji bo Sûr û Cizîrê hat kirin.

Li paytexta Skoçya Edînbûrghê Newroz hat pîrozkirin. Kurdistaniyên bi vê armancê roja Yekşemê li Soûthsîde Commûnîty Centre li hev civiyan, alên PKK, PYD û YPG'ê hildan.

Di pîrozbahiya li vê derê de Meclîsa Gelê Kurd a li Skoçyayê daxuyaniyek da û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin, ku li dora berxwedanê li hev bicivin. Hat ragihandin, dewlet bi van êrîşan re nikare ti encamê bi dest bixe û gelê Kurd wê berxwedana xwe li her cihî belav bike. Her wiha bang li her kesî hat kirin ku beşdarî kampanya ji bo piştgiriya Sûr û Cizîrê hatiye destpêkirin, bibin.

Nûnerên Koma Piştgiriyê ya Kurdisatn û Skoçyayê, PYD, PJAK, MLKP, Goran, Pîr-Der, parlamenterên Partiya Karker a Skoçyayê û Partiay Neteweyî ya Skoçyayê peyamên pîrozkirinê şandin.

Di pîrozbahiyê de koma govendê ya Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê, komên zarokan û Hozan Sezg^nı Coşkûn û Koma Zelal derketin ser dikê.