BI DÎMEN

Newroz li Lînzê hat pîrozkirin

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, Newroz hat pîrozkirin û berxwedana Cizîr û Sûrê hat silavkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li avahiya Neue Rathaus a li bajarê Awûstûrya Lînzê li hev civiyan, Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat nîşandan. Di axaftinên li vê derê de berxwedana gel a li Kurdistanê, bi taybetî ya li Cizîr û Sûrê hat silavkirin.

Di pîrozbahiyê de Ezman Stêrk, Seyîdxan, Peywan Arjîn, Koma Hîvron, Fevzî Dêrik, Koma Dem, Zarokên Mûsa Anter û Koma Govendê Azadî derketin ser dikê.