Newroz li Bregenzê hat pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Bregenzê dijîn, Newroz bi çalakiyekê pîroz kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Bregenzê dijîn, Newroz bi çalakiyekê pîroz kirin.
Tevî Parlamentera Amedê Sîbel Yîgîtalp bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn. Yîgîtalp di axaftina xwe ya li vir de işaret bi berxwedana li Kurdistanê kir û got, "Desteka gelê me yê li Ewropayê berxwedan her tim mezin kiriye û bi desteka we re wê berxwedana li Kurdistanê mezintir bibe."
Di şevê de Îbrahîm Rojhilat, Rodî, Koma Silbûs û Tarî û hunermendên herêmî derketin ser dikê.
Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn.