Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir

Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed ku piştî bi temamî kontrolkirina Girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyanî da, ragihand ku wan planeke mezin a DAIŞ'ê û alîgirên wê têk birine û girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi temamî kontrol kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ragihand ku operasyona li Girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku DAIŞ'iyan êrîş biribûn ser wê û hewl dabûn ên di girtîgehê de birevin, bi awayekî serketî bi dawî bûye. Di daxuyaniyê de Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed axivî û diyar kir ku wan planeke mezin a DAIŞ'ê û alîgirê wê têk biriye.

Newroz Ehmed geşedanên êrîşê û operasyona li dijî êrîşê bi raya giştî re parve kirin.

Ehmed di destnîşan kir ku şaneyên DAIŞ'ê bi wesayîtekî bomebebarkirî êrîş dan destpêkirin û wiha axivî:“Hin ji wan derbasî girtîgehê bûn. Li gorî planên wan; wê destek ji derve wergirtina, lê hêzên me bi lez mudaxele kirin, girtîgeh û derdora wê dorpêç kirin û plana wan têk birin. Dorpêçkirin gava yekemîn a bersivandina êrîşê bû û me gav bi gav dorpêç li şaneyan teng kir. Di hundirê girtîgehê de bi hêzên me re ketin nav şer, lê hatin têkbirin, yên ku şer nekirin xwe teslîm kirin û ji bo navendên din hatin veguhastin. Ji bo girtiyên din niha navendên din tên amadekirin."

‘ÊRÎŞ BI PLANKRÎ BÛ‘

Newroz Ehmed anî ziman ku ev êrîş di dema salvegera ragihandina dîroka Rêveberiya Xweser û êrîşên li ser Efrînê de pêk hatine û got: "Em hemû dizanin ku ev dîrok ne tesaduf bû, em dizanîn ku ev êrîş bi planeke derve, di serî de bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hat."

‘10 HEZAR ŞERVAN TEVLÎ OPERASYONÊ BÛN‘

Newroz Ehmed aşkera kir ku 10 hezar şervan beşdarî vê pêngavê bûne û şêniyên taxên Xiwêran û Zihûrê jî destek dane hêzên wan.

‘ÇETEYAN SIVÎL WEKE MERTAL KAR DIANÎN‘

Ehmed diyar kir ku şerên dijwar hebûn, lê hêzên me bi baldarî û hişyarî tevdigeriyan, da ku tu ziyan negihêje sivîlan ku şaneyan di êrîşên xwe de wan wekî mertalên zindî bi kar dianîn.

Di axaftina xwe de Ehmed, spasiya şêniyên her du taxan û şêniyên bajêr û Hêzên Parastina Civakî kir ku destek dane hêzên wan.

Ehmed, têkildarî hejmara kuştiyên DAIŞ'ê de jî ev agahî parve kirin: "Hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ'ê yên êrîş kirin hatin kuştin, lê heta niha me hejmara dawî negirtiye, di demên pêş de em ê hejmarê aşkera bikin."

‘LI HERÊMÊN DIN WÊ OPERASYON BIDOME‘

Newroz Ehmed diyar kir ku plana DAIŞ'ê planek mezin bûye û xwestine li gelekên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Reqa, Dêrazorê û Holê jî di nav de tevliheviyê derxînin. Ehmed detsnîşan kir ku operasyonên lêgerînê yên li herêmên din berdewam in û heta ku dawî li şaneyên din ên DAIŞ'ê were dê operasyonên wan bidomin.

Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Hejmareke mezin a çeteyên girtî di girtîgehên hêzên me de ne. Bidawîkirina xeteriya wan ne berpirsyariya hêzên me û gelê herêmê tenê ye, berpirsyariya civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî ye jî û divê ev berpirsyarî pêk bê."