Nerazîbûna li hemberî qirkirina ekolojîk a li Dêrsimê: Ji Dêrsimê bicehimin

Hejmarek jîngeparêz li dijî çêkirina kanên madenan ku dixwazin li Dêrsimê çêbikin hatin cem hev û ev bang kirin, “Em rê nedin qirkirina ekolojîk ya li Dêrsimê.”

Komeleya Pişewanî û Çanda Dêrsimê ya li Îzmîrê, Platforma Jîngeparêzî ya Ege (EGER-ÇEP) û Plarforma Jîngeparêziyê ya Meletî, li dijî çêkirina kanên madenê yên dixwazin li Dêrsimê çêbikin, li bermberî Îskeleya Karşiyakayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Çemên me û xwezaya me li hemberî tunebûnê berxwe dide. Ger tu xwedî lê dernekevî wê tune bibe” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hsan Kiliç ve hat xwendin.

Kiliç diyarkir ku gelek vesaziyên destûrî yên rê li ber fealiyetên hovane yên çêkirina madenan ku li ser daxwazên komên sermaye yên cîhanî û herêmî tê çêkirin vedike hatine pêşxistin û ragihand, “Herî dawî li navçeya me Ovacixê şîrketeke madenê di asta ku gefê li hemû Mûnzûrê û geliyê wê dike, li nêzî gundê Otlûbahçeyê careke din destpêkiriye. Ev fealiyet ku derket bê destûr e, di encama destwerdana gelê me û piştre jî ya Miduriyeta Xebitandina Daristanê vê gavê hatiye sekinandin.”

‘DAWÎ LI QIRKIRINÊ BÎNIN’

Kiliç anî ziman ku pêwîste ji qirkirina ekolojîkî ya li Dêrsimê re destûr neyê dayîn û wiha pêde çû; “Em têkoşîna xwe bê navber û bi rengekî bi biryar bidomînin. Em radigihînin ku pêwîste mirovên me bi ti şeklê di van fealiyetên qirkirinê de cihê xwe negire. Divê neyê jibîrkirin ku piştî çend sal fealiyetê wê di serî de navçeya me Ovacik wê hemû Dêrsim bi qirkirineke ekolojîk re rû bi rû bimîne. Dibe ku li geliyên me ku em bi xwezaya wê serbilind dibin jiyana zindiyan nemîne. Tenê yek dar, yek bihost xaka me tuneye ku em fedayê şîrketên qatil bikin. Em li Dêrsimê fealiyetên bendav û çêkirina madenan naxwazin. Hemû destûrnameyên ji bo çêkirina madenan hatine dayîn werin betalkirin. Şîrketên dijminê mirov û xwezayê ji Dêrsimê bicehimin. Dawî li birîna daristanan û şewitandina wan bê anîn.”