Nehiştin ku Aksû yê girtî tevlî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe

Destûr nehat dayîn ku Abdûlkadîr Aksû yê li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê girtî ye, tevlî merasîma cenazeyê dayika xwe ya danê sibehê jiyana xwe ji dest da bibe.

Hedla Aksû ya 84 salî danê vê sibehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê ku di 20'ê Hezîranê de ji ber pirsgirêkên dil û tansiyona xwînê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Daxwaza dawî ya dayika Helda Aksû ew bû ku beriya mirinê kurê xwe bibîne. Ji bo ev daxwaza wê bê bicîh anîn, tenê tişta ku nexweşxaneyê dikir ev bû ku digot rewşa Aksû krîtîk e. Lê hem nexweşxane û hem jî rêveberiya girtîgehê çavê xwe ji vê daxwaza mirovî ya dayikê re girtin.

Piştî dayikê wefat kir, tevlêbûna kurê wê yê girtî ji bo merasîma cenaze jî bi şertê "dayîna pere" ve hate girêdan.

Malbata ku telefonî girtîgehê kir, girtîgehê ji wan re got, "Ji bo Abdulkadîr Aksû bînin sersaxiyê divê 3 hezar û 500 TL bê dayîn."

Li ser vê yekê malbatê ku xwest pere razînin diyar kirin ku vê carê jî ji ber ku roja Yekşemê ye ew nikarin pere razînin.

Ji malbatê re hat gotin ku ger sibe pere bê razandin wê destûr bê dayîn.

Piştî astengî hat rakirin, cenazeyê Hedla Aksû li Goristana Çirpî ya navçeya Torbaliyê hat veşartin.

Malbat li mala xwe ya li navçeya Torbaliyê sersaxiyê qebûl dike.