Ne hev nas kirin û ne hevdu dîtin, lê bûn yek nav û di oxira hev de jiyana xwe feda kirin

Şehîd Dilxwaz Bîngol ji Çewlikê çû Ewropa û ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê ji Ewropayê vegeriya çiyayên Kurdistanê û piştî têkoşîna 6 salan a li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Şaho şehîd dibe.

Yekem: Dilxwaz Bîngol (Mihemet Alî Algulerhan) ji bajarê Çewlik a Bakurê Kurdistanê bû. Ji helwesta gelê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor dibe. lewre soz dide ku ji bo azadiya gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê têbikoşe.

Sala 2000 heya 2006’an ji lingekî xwe birîndar dibe û bi kopalekî bost  bostê li Rojhilatê Kurdistanê geriya. Bi dilekî tije heskirin ji bo gel û niştîmana Ehûrayiyan ji Îlam û Kirmanşanê heya bi Makûyê, ji Hewramanê heya bi Xorasanê; bajar bi bajar, gund bi gund, çiya bi çiya û dol bi dol hemû Rojhilatê Kurdistanê geriya û bi êş û jan û hêviya gelê Rojhilatê Kurdistanê bû yek.

Cara dawî li Hewramanê, li heman cihên ku car bi car bi teq teqa kopalê xwe ve diçû serdana Ferzad Kemanger û Ferzad Qubadî. Di cara dawî de şehîd Dilxwaz li Hewarî Jîwar dikeve kemîna caş û pasdarên komara sêdare û tevlî karwana şehîdan dibe.

Duyem: Dilxwaz Bîngol (Hûşmend Adak). Ji Jîwarê ciwanekî dilpak û wefadar ew ked, xwêhdan, westandin û canfedayî ya Dilxwaz Bîngol ji bîr nekir û wek emanetekê di dilê xwe de hişt. Wî ku ji zarokatiyê ve çîrokên qehremanî û şehadeta Dilxwaz Bîngol guhdar kiribû, piştî 11 salan ji heman rêyên ku Dilxwaz ji Çewlikê anîbû Hewraman Milî, kete ser rê û piştî navberekê li Qendî ber bi Çewlikê birê ket.

Wî dixwest peyama gelê Hewramanê bigihîne gelê hevzimanê xwe yên Kurmanck ên li Çewlikê û ji wan re bêje, her çiqasê zilm û zorê me ji hev veqetandibe, lê waye ez hatime ku wefadariya Hewramanê ji bo kurê we nîşan bidim. Hatime ku dengbêjiya Hore û Siyaçemane tevlî Kilam û Lawjeyên we bikem. Peyama rûbara Sîrwan bigihînim Dîcle û Firatê û tolê ji wan dagirkerên ku me ji hevdu veqetandiye, me bêdeng kiriye û rûbarên me zewt kiriye hilînim.

Hûşmend Adak weke wefadariya li hemberî Dilxwaz Bîngol, navê wî hildigire û ber bi Çewlik a Bakurê Kurdistanê dest bi meşê kir. Di rê de li herêma Botanê ket kemîna cerdevanan û leşkerên komara jenosîdê û şehîd bû.

Ev çîroka du kesên ku li pey yek heqîqetê digeriyan e. Wê heqîqetê jî di heskirina gel û niştîman de dibînin û digihîjin lûtkeya hest û wateyê ango şehadetê. Ev çîroka vejîna gelekê ye ku ji xweliya xwe xwe diafirîne, bi agir xwe dişo û bi hêviyê jî pêşeroja xwe ava dike.