Navenda Çanda Mezopotamyayê 27 sal li pey xwe hişt

Navenda Çanda Mezopotamya ku ji aliyê komek ji rewşenbîr û hunermendan ve hate avakirin ku Mûsa Anter, Îsmaîl Beşîkçî û Alî Temel jî di nav de bûn, sala xwe ya 27'an pîroz dike.

Bi wesîleya salvegera 27'an a damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), em li ser dîrok û karê ku NÇM'ê heta niha kiriye, bi Veysel Altay, Cîhat Ekîncî û Omer Şahîn re axivîn.

Şanogerê Teatra Jiyana Nû Cîhat Ekîncî beriya her tiştî bal kişand ser girîngiya çandê ji bo neteweyan û pêvajoya neteweyîbûnê. Ekîncî diyar kir, NÇM ji bo Kurdan rêxistinbûneke destpêkê ya sazîbûyî ye û got, navenda ku destpêkê li Stenbolê hate vekirin, bi demê re hemû karên hunerî yên li Kurdistanê organîze kir. Ekîncî anî ziman, her kesên li Kurdistanê bi karê hunerê re mijûl bûye, teqez bi NÇM'ê re têkilî danîne û got, "Yek ji qadên ku herî zêde razemenî jî êrîş jî lê tê kirin, çand û huner e. Ev ji bo sîstemê jî derbasdar e. Ji ber ku agahî û çand navendên girîng ên hêzê ne. Eger îro agahî bi rêya çapemeniyê tê ragihandin, çand jî bi rêya navendan digihêje gel. Lewma dewlet êrîşî van deveran dike."

BANDORA NÇM'Ê LI SER HUNERÊ

Ji Mezopotamya Sînema Yapim 13 a NÇM'ê Veysî Altay jî bi bîr xist, di demekê de ku çand, zimanê Kurdî û hemû rengên gelên Mezopotamyayê qedexe bû, NÇM ava bû. Altay got, "Bêguman armanca avabûna NÇM'ê parastina çand û zimanê Kurdî û nîşandana reng, ziman û çanda hemû gelên Mezopotamyayê bû. 27 salan pêşengî ji vî karî re kir."

Altay anî ziman, ev têkoşîn bi hêsanî nebû, 27 sal bi şert û mercên gelekî giran û zehmet derbas bû û zextên dewletê; qedexekirina konseran, destgîrkirin, cihnedana ji bo çalakiyan, destegirtina cih û girtin bi bîr xist. 

Altay bi dewamî got, "Piştî Stenbolê, ji Mersînê heta Amedê li gelek deveran şaxên me vebûn û vê dema dawî piraniya van navendan ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Ya rast, van hemû kiryaran berxwedana me qels nekirine. Berxwedana me, sekna me, ya jî nêrîna me neguheriye. Lê divê ev yek jî bê gotin; di nava 27 salan de dewlet jî neguherî. Beriya 27 salan dema ku NÇM ava bû rewşa dewletê çi be, niha jî heman dewlet e ku gelek saziyan digire. NÇM jî dengê berxwedanê tevî gel bi hunerê bilind dike."

JI KOMEKE BIÇÛK BER BI SÎNEMA MEZOPOTAMYAYÊ

Altay ragihand, NÇM ji sînemayê heta şano, ji govendê heta wêjeyê di gelek mijarên cuda de kar dike û bi bîr xist, Enstîtuya Kurdî jî di bin sîwana NÇM'ê de ava bû. Li ser beşa sînemayê ku ew bi xwe jî di nav de cih digire Altay got, "Beşa sînemayê sala 1995'an ava bû ku hingî komeke biçûk bû. Lê îro bû Mezopotamya Sînema Yapim 13. Vê beşê heta niha zêdeyî 100 berhem afirandiye. Dokûmanter, fîlm, kurte fîlm, fîlmên demdirêj, klîb û hwd. Wekî din em îsal 14 atolyeya xwe ya sînemayê pêk tînin. Heta niha zêdeyî 300 xwendekarên me ji vir mezûn bûn. Gelek ji wan karê sînemayê dikin. Ozcan Alper, Huseyîn Karabey, Kazim Oz çend ji wan derhêneran e ku li atolyeya sînemayê ya Mezopotamyayê perwerde dîtine û xebitîne.

FERASETEKE NÛ YA ŞANOYÊ

Omer Şahîn jî anî ziman, NÇM ku destpêkê bi karê muzîkê rabû, sala 1992'an cih da karê şanoyê û bi salên 2000'î re pêvajoyeke nû dest pê kir. Şahîn got, "Teatra Jiyana Nû ku sala 1992'an dest pê kir, piştî salên 2000'î bi bandora şanoya Tirk û şanoya nûjen a cîhanê, hîn bêhtir cih da lîstikên wergerê û yên bi şêweyên cuda. Ev pêvajo hîn dewam dike. Car carna em hewl didin bi lîstikên ku me bi xwe nivîsî ne, ya jî bi tiştên cuda derkevin pêşberî temaşevanan. Nasnameya Teatra Jiyana Nû ew e, ku ti carî li cihekî nasekine, her tim bi rêbazên cuda hewl dide şanoyeke nû ya bi ferasetên cuda bide rûniştandin. Di lîstikên me yên du-sê salên dawî de ev rastî bi awayekî vekirî tê dîtin."

Ekîncî jî, Altay jî, Şahîn jî diyar dikin ku Navenda Çanda Mezopotamyayê ji niha û pê ve jî li nûbûnê vekiriye û gotin, lê wê ji xet û feraseta NÇM'ê tawîzê nedin.

Hunermendan bang li gel kirin ku 9'ê Kanûnê li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanci be û tevlî pîrozbahiya salvegera damezrandina NÇM'ê bibin.

PÎROZBAHIYA MEZIN A 9'Ê KANÛNÊ

Pîrozbahî wê 9'ê Kanûnê saet 17'an dest pê bike û tê payin, ev hunermend derkevin ser dikê: Mizgîn Tahir Yelda Abbasî, Ferhat Tûnç, Teatra Jiyana Nû, Mezopotamya Dans, Mezopotamya Sînema, Kay-Der Koma Dilan Govend, Dengbêj; Mihemedê Beyro, Xeniye Qereyaz, Xalede, Sebrî Agirî, Bedredîn Ebasî, Arhat, Denîz Esmer, Ferît Elalmiş, Gulên Xerzan Çiya, Koma Çiya Genim, Mervan Tan, Nûrcan Degîrmencî, Nurhak Kilagoz, Rûken Yilmaz, Serhat Kûral, Talat Yeşîl û Weysî Ermîş.

GOVENDA HILO

Nûrsel Înce (Sarya) sala 1992'an tevlî koma govendê ya NÇM'ê dibe. Salên 1994-1995'an li rojnameya Ozgur Ulkeyê li ser rûpelên çand û hunerê dixebite. Tevî karê xwe yê li rojnameyê, têkiliya xwe bi karê hunerê re nabire. Piştre li KAYDER'ê, sala 1995'an karakterê 'Sarya' yê Govenda Hilo dilîze. Sala 1995'an tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd ibe. Nûrsel Înce sala 1997'an şehîd dibe.

GULÎSTAN Û FERÎDE

Gulîstan Eylem Ustun xebatkara NÇM'ê bû. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di dema qedexeya derketina derve de ku 14'ê Kanûna 2015'an hate ragihandin û 79 rojan dewam kir, li jêrzemîna maleke ku xwe lê girtibû hate şewitandin. Ferîde Yildiz mamosteya govenda gelêrî bû. Li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn, zarokên Cizîrî perwerde dikir. Li jêrzemînan hate şewitandin.