NAV-DEM’ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina li Berlînê da!
NAV-DEM: Hikumeta Elmanyayê ji AKP’ê re dixebite û digire ser saziyên Kurdan!
NAV-DEM: Hikumeta Elmanyayê ji AKP’ê re dixebite û digire ser saziyên Kurdan!
Ji ber ku li Berlînê polîsên Elmanyayê girtin ser saziyên Kurdan, NAV-DEM’ê nerazîbûn da. NAV-DEM’ê diyar kir ku ev tê wateya piştgiriya AKP’ê û bang li dewleta Elmanyayê kir.
NAV-DEM’ê têkildarî vê serdegirtinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tişt diyarkirin.
‘BERIYA HILBIJARTINÊ EV SERDEGIRTIN TÊ KIRIN’
“Beriya hilbijartinê hikumeta Elmanyayê digire ser saziyên Kurdan û dixwaze çavê Kurdan bitirsîne. Ev ne serdegirtin û lêgerîneke normal e. Ev serdegirtin bi fermana dewleta Tirk hatiye kirin. Em ê li dijî van êrîşên ne hiqûqî û ne exlaqî têbikoşin. Serdegirtina Civaka Azad tê wateya bêdengkirina dengê çapemeniyê. Civaka Azad pêşveçûnên li welatê me û li Elmanyayê radigihîne raya giştî ya Elmanyayê. Nayê qebûlkirin ku polîs bi awayekî korsanwarî bigire ser saziyên Kurdan. Li dijî van êrîşan em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî, zagonî û polîtîk bidomînin. Divê her kes bizanibe ku em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Elmanyayê hate kirin divê dev ji van polîtîkayên xwe yên qedexeyî berde û rêya diyalogê veke.
.