NAV-DEM'ê ji bo meşa li Strasboûrgê bang kir

Hevserokên NAV-DEM'ê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û bang li Kurdistaniyan kirin ku bi rengekî girseyî tevlî meşa 16'ê Sibatê ya li Strasboûrgê bibin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM) bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

NAV-DEM'ê dewlet û hêzên siyasî yên cihê xwe di komployê de girtin bi tundî şermezar kir û diyar kir, komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo tasfiyekirina tevger û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewlet û hêzên siyasî yên tevlî komployê bûne li dijî mirovahiyê sûc kirine. Wê li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têk biçin û cihê xwe di nava civata sûcdaran de bigirin."

NAV-DEM'ê bi bîr xist, gelê Kurd û tevgera azadiyê 20 sal in li dijî komployê têkoşîneke mezin didin û wiha dewam kir: "Gel her tim di asta herî bilind de xwedî li Rêbertî derketiye. Gelê me bi komployê re hîn bêhtir xwedî li Rêbertî derketiye."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim bûye xwedî rêbazeke şoreşgerî ya serketinê û wiha hate gotin, "Divê em jî sala 2019'an bi rêbaza Rêbertî bikin sala serketinê. Em 16'ê Sibatê tevlî çalakiya navendî ya li Strasboûrgê bibin ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin." Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku ji 7 heta 70 salî di asta herî bilind de beşdarî çalakiyê bibin.