NAV-BEL: Hewl tê dayin ku şerê navbera Çeçen-Fasiyan bixin stuyê Kurdan

NAV-BEL'ê li ser bûyerên pêr ên li bajarê Liege yê Belçîkayê daxuyanî da û diyar kir, ku hewl tê dayin şerê navbera Çeçen-Fasî bixin stuyê Kurdan.

Li bajarê Liege yê Belçîkayê 16'ê Nîsanê roja Înê komên Çeçen û Fasî bi hev ketin û di encama vî şerî de kesek mir, du kes jî birîndar bûn. Bi dehan kes jî tevî çekên pê re hatin destgîrkirin.

NAV-BEL'ê bi bîr xist ku du roj beriya rûdana vî şerî, her du kom li ser medya dîjîtal bi hev ketibûn, gef li hev dixwarin, heqaret li hev dikirin û ragihand, ku kesekî ji Fasê neçar ma xwe li dikaneke donerê ya Kurdê Êzidî bigire û komên Çeçen ên ku ev kirin hincet, êriş birin ser dikanê.

NAV-BEL'ê ragihand ku nûçeyên di çapemeniya Belçîkayê de hatin weşandin û tê de hate îdîakirin ku Kurd jî tevlî bûyerê bûne, nerast in. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi vî rengî hewl didin ku gelê Kurd û têkoşîna wan krîmînalîze bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bûyerên bi vî rengî yên tundiyê ku aramiya civaka Kurd a li Belçîkayê xera dike, napejirînin û li dij in. Ji bo ronîkirina vê bûyerê berpirsyarî dikeve ser milê kê, divê pêk bîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dema hesabên medya dîjîtal ên herdu koman bên şopandin wê bi hêsanî bê dîtin ku ti eleqeya Kurdan bi wan re nîne.

NAV-BEL'ê diyar kir ku bi zanebûn têkiliya Kurdan bi bûyerê re tê danîn û got, "Neheqiyeke mezin li Kurdan tê kirin. Gelê Kurd li dijî bûyerên bi vî rengî ye û divê neyê provokasyonan."