Nasnameya du gerîlayên ku li Êlkê şehîd bûbûn hate eşkerkirin

HPG'ê nasnameya 2 gerîayên jin ku li Êlkê şehîd bûbûn eşker kir. HPG'ê got, ''Fedakariya mezin a hevrêyên me Mizgîn û Xemlîn ku li dijî dijmin ji bo hesab bipirsin têdikoşîn wê ti caran neyên jibîrkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên jin ku li Êlkê şehîd bûbû ragihand.

HPG'ê got, ''12'ê Hezîranê di navbeyna hêzên me yên gerîla û artêşa TC’ê ya dagirker de şer derketiye. Di vî şerî de ku gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndar bûne, hevalên me Mizgîn Avesta û Xemlîn Colemêrg bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.''

HPG'ê di daxuyaniyê de wiha got:

MIZGÎN, NAVÊ FEDAYÎBÛNÊ YE

Hevrêya me Mizgîn Avesta 1986’an li Semsûrê li nav malbateke welatparêz hatiye dine. Dema ciwantyiyê tevgera PKK’ê û felsefeya Rêbertî ji nêz ve nas dike, polîtîkayên zext, înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd ji nêz ve dibine. Hevrê Mizgîn ku biraziya yek ji fermandarê me yê efsanewî Şehîd Sabrî (Hacî) Gozubuyuk e, li ser rêça hevrê Sabrî 2006’an ji Semsûrê tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe.

Heval Mizgîn ku ji roja tevlê bûyî bi hemû giyanê xwe jiyana xwe diyarî azadiya gelê xwe kir, di jiyana xwe ya şoreşgerî de, li hemû qadan hemû peywirên ku ketine ser mile wê bi serkeftineke mezin û bi performensekê bi cih aniye. Dilsoziya hevrê Mizgîn a li Partiyê û şehîdan, hezkirin û hurmeta wê ya mezin a li gel û hevrêyên wê, ji bo me hevrêyan bûye mînakek. Hevrê Mizgîn ji roja ku tevlî nav gerîla bûyî heta şehîd bibe, bê rawest, bûye fermandareke coşdar, biryardar. Heval Mizgîn ku navê fedaîbûnê bû, li dijî operasyonên dagirker ên ku li ser Bakurê Kurdistanê hatine destpêkirin bi performanseke zêde, li ser xeta gerîlatiya nû derbên girna li dijmin dane, di kîjan şertan de dibe bila bibe li bara dijmin qet ji ya xwe nehatiye xwarê. Hevrêya me Mizgîn, li Êlekê dema ku li ser peywira xwe bû li rasta dagirkeran hatiye, heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

BI QEHREMANÎ ŞER KIR Û ŞEHÎD BÛ

Heval Xemlîn Colemêrg li Colemêrgê li nav malbateke welatparêz tê dine.Rasteqîniya dijmin hê bi ciwantî nas dike, 2014’an tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe. Hevrê Xemlîn ku ji Zagrosan heta Botanê li gelek qadan têkoşiyayî, dijwariyên ku têkoşînê bi xwe re aîn, bi vîna şoreşger heq jê derketiye û hewl daye ku peywirên ku ketine ser mile wê bi rengekî herî baş bi cih bîne. Heval Xemlîn ku bi kesayatiya xwe ya fedekar, kedkar û paqij tê naskirin, li dijî dijmin ku dixwaze komkujiyê li ser gelê me bike bi çalakî têkoşiyaye. Herî dawî li Êlekê ku têdikoşî, li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer dike û tevlî nav karwanên şehîdan dibe.

Fedakariya mezin a hevrêyên me Mizgîn û Xemlîn ku li dijî dijmin ji bo hesab bipirsin têdikoşîn wê ti caran neyên jibîrkirin, bîranînên van hevrêyên me yên hêja tim wê di têkoşîna me de bijîn. Di serî de malbatên hêja yên Çelîk û Incîn sere hemû gelê Kurdistanê xweş be, em sond dixwin ku alaya têkoşînê ya ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin serfiraziyê.

AGAHIYÊN NASNAMEYÊ YÊN DU GERÎLAYAN ŞEHÎD BÛN

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Navê Kod: Mizgîn Avesta

Nav Paşnav: Fatma Çelik

Cihê Bûyinê: Semsûr

Navê Dê û Bav: Rabîa - Abuzer

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 12 Hezîran 2019 / Êlekê

 

Navê Kod: Xemlin Colemerg

Nav Paşnav: Bilge İncin

Cihê Bûyinê: Colemêrg

Navê Dê û Bav: Nîhal - Fevzî

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 12 Hezîran 2019 / Êlkê