Nasnameya 6 şervanên YPG’ê yên li Efrînê şehîd bibûn hatin eşkerekirin

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê nasnameya 6 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Efrînê de şehîd bibûn eşkere kir. Di nava van şehîdan de Fermandarê berxwedanê Qehreman Bilbilê jî heye.

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên Berxwedana Serdemê ya Efrînê şehîd bibûn eşkere kir.

Daxuyaniya Fermandariya YPG`ê ya Efrînê wiha ye:

ʺDi bîranîna şehîdan de soz tên nûkirin û asta têkoşînê bilind dibe. Di herikîna Berxwedana Serdemê de ji bo ku gelê me hebûna xwe ya dîrokî di bin faşîzma çeteyên dewleta Tirk û hevkarên wan de wenda neke me gelek rêhevalên xwe yên berxwedêr û hêja feda kirin. Îro heger em şehadeta wan hevalan radigihînin em ji bo roja îro ya gelê xwe û nifşên pêşerojê belgeyekî dîrokî dihêlin ku bi serfirazî jiyan bikin û serê xwe di nav gelan de bilind bikin û şehnaz bin.

Em îro 6 rêhevalên me ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê bi lehengî şer kirin û gihîştine şehadetê ji gelê xwe re radigihînin. Yek ji wan hevalên şehîd ku di Berxwedana Serdemê de û beriya wê li gelek qadan de destanan nivîsand, rêheval fermandar Qehreman Bilbilê ye. Rêheval Qehreman ku bi salan di nava refên têkoşînê cih digirt, di asta herî jor de girêdana xwe ya bi xak û gelê Efrînê û Rojava tekez kir û heta dawiyê li hember dagirkeriyê şer kir û bê teredûd gihişt asta şehadetê.

Heger dagirkeriya Tirk li gundewarên navçeya Bilbilê gelek derbe xwarin û têk diçû, bi taybet jî li tepe û gundê Bexçe û Gurzêlê yek sedem ew bû qehremantî û tektîkên demê yê rêheval fermandar Qehreman bû. Bi cesaret, lehengî û xuluqdarî diçû ser dijmin û çeteyên wî tarûmar dikir, cihê ku fermandar Qehreman lê dima, çiqas teknîk jî bi kar bianiya ne gengaz bû dijmin lê bi cih bibaya, wê dagirkerî zû derbeyên wî ji bîr neke.

Tecrubeyên berxwedanê yê rêhevalên me yê şehîd Qehreman bawerî û bîrdoziya serkeftinê di wijdan û bîrewariya şervanên me bi hêztir dike û tekez dike ku ticarî vîna berxwedanê nayê şikandin; ji ber ku bingeha wê xwîna şehîdane misoger serkeftin nêz dibe, lewre em bîr û baweriya xwe ji çavkaniya pîroz digrin û rêka xwe berdewam dikin.

Li ser vî bingehî, em weke Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Herêma Efrînê di kesayeta rêheval fermandar Qehreman Bilbilê de hemû şehîdên rêka azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber fedekariya wan ditewînin. Careke din soza xwe bibîr dixin ku bedel çi dibe bila bibe em ê rêka şehîdan bişopînin û gelê xwe bibin ber bi ronahiyê ve. Welat bi şehîdan tê nas kirin û em ê jî xaka welatê xwe ji dagirkeran nehêlin.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên şehîd ketin wiha ye:

Nasnav: Qehreman Cudî

Nav û Paşnav: Remedan Bico

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn / Bilbilê

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Baxçe / 11 Adar 2018

***

Nasnav: Andoq Farqîn

Nav û Paşnav: Mazlum Taş

Navê Dayikê: Aynur

Navê Bav: Silêman

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Çoban / 11 Adar 2018

***

Nasnav: Cesur Cudî

Nav û Paşnav: Efekan Sagim

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Eşref

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Eşûnê / 11 Adar 2018

***

Nasnav: Çekdar Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Eyub Şêxo

Navê Dayikê: Cîhan

Navê Bav: Siût

Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Basuta Bircê Ebdilla / 17 Adar 2018

***

Nasnav: Navdar Serhed

Nav û Paşnav: Davut Ozsular

Navê Dayikê: Aysel

Navê Bav: Ibrahîm

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Satiya / 12 Adar 2018

***

Nasnav: Rojhat Devrim

Nav û Paşnav: Bawer Bagir

Navê Dayikê: Safiye

Navê Bav: Welî

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Çeqel Cumê / 9 Adar 2018.