Namzetên HDP'ê li gelek bajaran daketin qadan
Namzetên HDP'ê ku li gelek bajaran buroyên hilbijartinê vekirin, ji aliyê gel ve bi kêf û xweşî hatin pêşwazîkirin.
Namzetên HDP'ê ku li gelek bajaran buroyên hilbijartinê vekirin, ji aliyê gel ve bi kêf û xweşî hatin pêşwazîkirin.
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya karê hilbijartinê de li gelek bajaran daketin qadan.
EDENE
Li Edeneyê, karê HDP'ê yê hilbijartinê doh heta derengiya şevê dewam kir. Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, bi beşdariya namzetên parlamenteriyê serdana gel û esnafên taxa Denîzlî ya navçeya Seyhanê kir.
MERSÎN
Rêxistina HDP'ê ya Mersînê jî li taxên navçeyên Yenîşehîr, Akdenîz, Toros û Tarsûsê buroyên hilbjiartinê vekir.
Namzet Ridvan Tûran li merasîma vekirina buroya taxa Sîteler a navçeya Akdenîzê axivî û got, "Meha Hezîranê li me tê. Çawa ku bi serketina me ya 7'ê Hezîranê re desthilatdarî matmayî ma, 24'ê Hezîranê jî em ê bi serketina xwe, desthilatdariyê matmayî bihêlin. Ji bo vê jî pêwîste em gelekî bixebitin."
Hevseroka HDP'ê ya Mersînê Fatmagul Demîrtag jî li taxa Barbaros a Tarsûsê peyivî û got, "Çawa ku me di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de bi ser xist, di vê hilbijartinê de jî em ê bi ser bikevin."
ANTALYA
Li Antalyayê, bi beşdariya namzetên parlamenteriyê yên HDP'yî li taxa Şafakê ya navçeya Kepezê buroya hilbijartinê hate vekirin. Di merasîma vekirinê de namzet yek bi yek hatin nasandin.
MANÎSA
Rêxistina HDP'ê ya Manîsayê, li taxa Akpinar a navçeya Şehzadelerê buroya hilbijartinê vekir. Tevî namzetan, bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.