Nameyên canbexşan ên ji bo Ocalan

"Ev gelê min ê ku ji hezar salan vir ve di bin zordarî û çewsandineke dijwar û giran de ye, her çiqasî dereng be jî, xwediyê hebûneke wek Serokatiya we, ji wan re şanseke mezin e. Ji ber vê yekê dîroka we ya heyî ji bo dijmin ne carekê, hezar carî mirin e

15’ê Sibatê sala 1999 an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployekî navneteweyî bi awayekî dîl hat girtin û ji hêla dagirkeriya dewleta Tirkiyê ve heta roja îro bi tecrîdekî girankirî, derveyî pîvanên mirovî, bi awayekî dij hiquqî dîl girtiye. Bi destpêkirina têkoşîna azadiyê re jin, her tim di refên herî pêş de cihê xwe girtiye, ji ber ku di felsefa jiyana azad de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, azadiya jinê dike bingeha azadiya civak û mirovahiyê.

Bi hezaran keç û xortên Kurd di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bi rengekî rengekî fedayî canê xwe feda kirin. Yek ji wan jî şehîd Bermal (Guler Ortaç) bû.. Şehîd Bermal ku 29'ê Cotmeha 1996'an li navenda bajarê Sêwasê di çalakiya canbexşane de şehîd bû, di rojnivîsa xwe de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha digot:

TÊKOŞÎNA SEROKATÎ XWE GIHANDINA AZADIYÊ YE

"Serokê min ê heja; ev gelê min ê ku ji hezar salan vir ve, di bin zordarî û çewsandineke dijwar û giran de ye, her çiqasî dereng be jî, xwediyê hebûneke wek Serokatiya we, ji wan re şanseke mezin e. Ji ber vê yekê dîroka we ya heyî ji bo dijmin ne carek, hezar carî mirin e. Yê ku heta dawiyê îdeolojiya sosyalîst temsîl dike û rastiya wê diparêze dîsa hûn in. Ev şerekî wiha ye ku heta dawiyê li dij bê heqiyê ye. Hêjabûna we jî, ji vir derdikeve holê û tu kes nikare vê yekê bi qasî gelê Kurdistanê vekirî û zelal bibîne û fêm bike. Hebûn jî derketina we, vejandin û jiyandina gelê Kurdistanê ye. Heta îro jina Kurd him ji aliyê çarçoveya fikirên feodalî him jî ji aliyê sîstema dijminên dagirker ve bûbû kole û belengaz. Bi saya têkoşîna we îro jina Kurd gehîştiye azadiya xwe. Heger îro jina Kurd bi awayekî din him li dij hêzên dagirker û him jî li dij hêzên paşverû têkoşîneke bê hempa dide ev jî ji çarçove û perspektifa Serokatiya we tê. Jina ku dixwaze wek însan bijî, dixwaze şerefa xwe biparêze, enerjî û baweriya xwe divê ji we bigire.

Serokê min ê hêja; ez hemû hêz û hebûna xwe ji gelê xwe re bikim gorî jî dîsa li hember ked û xebatên we ne tu tişt e. Xwezî ji bo vê têkoşîna pîroz ji can û laşê min hêjatir tiştekî min ê din jî hebûya û min bidana. Daxwaza min a herî mezin yek jê ew bû ku min ji perwerdeya we ya pîroz par bigirtana. Mixabin ji bo min îmkaneke weha çênebû. Lê, bi talîmat û perspektîfên we tim xwe nêzîkî we hîs kir. Ji bo wê şanaziyeke mezin e ku di bin Serokatiya we de, bi hezaran kes çavên xwe ji mirinê nakutin û xwe di vê rê de feda dikin. Em xwediyê Serokatiyekî wiha ne ku li dij neheqî û zordariyê, li hember dijminekî herî xedar û dijwar ku li darê dunyayê nehatiye dîtin, şer dikin."