Nahêlin ku girtiya nexweş Morsumbul tedawî bibe

Hate diyarkirin li ser jiyana girtiya bi nexweşiya giran Eser Morsumbul ku nayê tedawîkirin, rîsk heye.

Nexweşiyên giran ên girtî Eser Morsumbul hene, ku Morsumbul li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T, Nimro 1 a Şakranê tê girtin. Morsumgul 12'ê Adara 2017'an bi îdîa 'endamtiya rêxistinê' hate girtin. Piştî ku hate girtin 10 mehan li Girtîgeha Silîvrî ma û piştre ew şandin Girtîgeha Tîpa T, Nimro 1 a Şakranê. Ji ber nexweşiya gurçikê Morsumbul her meh divê were kontrolkirin û tedawîkirin lê ev tê astengkirin.

Morsumbul hê di 12 saliya xwe de ji ber tûmora mêjî ya cirnexweş emeliyat bû, demeke dirêj bi kemoterapiyê tedawiya tîrêjê dît. Piştî demekê dest bi tedawiya dermaan kir, ji ber ku vê tedawiyê ziyan da gurçikên wê, dest bi tedawiya gurçikan kir. Tebaxa 2016'an diya wê gurçika xwe da Eser. Morsumbul hê dema ku tedawiya wê dewam dikir 12'ê Adara 2017'an hate girtin.

Rapora Morsumbul heye ku dibêje 70 ji 100'î astengdar e. Morsumbul piştî ku tê girtin nexweşiya helandina hestiyan, serêşandinê, anemî û zona lê peyda bû. Rewşa Morsumbul ku nayê tedawîkirin lê girantir bû.

Ji bo ku Morsumbul were berdan herî dawî Hezîrana 2021'an parêzerên wê serî li Serdozgeriya Komarê ya Karşiyaka a Stenbolê dan lê hê bersiv nedana. Serlêdanên li Lijneya Tiba Edlî jî nehate qebûlkirin.