Muslim: Em li ser rêya rast in û em ê bi ser bikevin

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim, li ser sala 7'an a Şoreşa Rojava axivî û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşan ew bi hêza gel li ser piyan man. Muslim got, wan bi xeta 3. dest bi Şoreşa Rojava kir û wê li ser vê xetê bimînin.

Yek ji kesayetên pêşhatî yê Şoreşa Rojava salih Muslim destpêkirin û asta heyî ya Şoreşa Rojava, xeta siyasî ya 3. û bûyerên gengaz ên di sala 7'an a Şoreşa Rojava de biqewimin ji ANF'ê re nirxand.

Muslim diyar kir ku raperînên sala 2010'an li Rojhilata Navîn dest pê kirin li ser bingeha Sîstema Nû ya Cîhanê hatin amadekirin ku ji sala 1995'an û vir ve hewl tê dayin bê avakirin. Muslim got, "Bêguman li Tûnis, Lîbya, Misir û hwd. raperîn çêbûn, li hinekan desthilatdarî guherîn, li hin deveran jî NATO'yê hêza xwe bi kar anî. Ji bo vê sîstema cîhanê ya bê guhertin, Îslama nerm weke model hatibû diyarkirin. Rol ji Tirkiyeyê re jî hatibû dayin. Li ser vê bingehê Erdogan sala 2002'an li Tirkiyeyê bû desthilatdar. Li welatên Ereb dema ku desthilatdarî guherî, Biratiyên Misilman hatin ser desthilatdariyê.

'EM SÎSTEMEKE ALTERNATÎF AVA DIKIN'

Piştre dor hate Sûriyeyê. Dema ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, rejîmeke antî demokratîk û hêzên weke Birayên Misilman ên pişta xwe dispartin derve û dixwest desthilatdariyê hilweşîne û li şûnê rûnê, hebûn. Me her du jî esas negirt. Me li dijî rejîmê şer nekir, ji ber ku me dît komên çekdar ên li Sûriyeyê ne demokratîkbûnê, lê desthilatdariyê dixwaze, me sekn û xeta xwe ya alternatîf diyar kir. Û me navê xeta siyasî ya 3. lê kir. Armanca me ew bû ku em mafên xwe yên demokratîk bi dest bixin, rêxistinbûna gel ava bikin û xwe bispêrin hêza xwe."

Muslim da xuyakirin ku wan deriyê diyalogê li her du hêzan negirtin, lê belê bi wan re jî nebûn yek û got, "Lê belê hêzên çekdar hebûna rejîmê kirin hincet û xwestin bikevin herêmên me. Hewldanên wan ên êrîşê zêde bûn. Li aliyê din jî rejîm li pêşiya sazîbûna demokratîk dibû asteng. Jİ ber vê yekê jî me 19'ê Tîrmehê ji Kobanê dest pê kir û hêzên rejîmê ji hemû herêmên xwe derxistin. Di vê demê de li hin cihan şerê biçûk qewimîn û zêde xwîn nerijiya.

Em sîstemeke alternatîf ava dikin. Em sîstemeke welê ava dikin ku desthilatdarparêz nîne, berê xwe ne li desthilatdariyê ye û gel bi derfet û rêxistinbûna xwe, xwe bi rê ve dibe. Ji xwe me berî 19'ê Tîrmehê dest bi vî karî kiribûn. Ji bo ewlekariya gel, sazî hatibûn avakirin."

'GEL BI HÊZA XWE BERSIV DA PÊWÎSTIYÊN XWE'

Salih Muslim destnîşan kir ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re piştî ku wan rejîm ji herêmên xwe derxist ev rewş hîn bi bandor bû û sazî hîn bi rengekî azad ava bûn, bi pêş ve çûn. Muslim got, gel bi hêza xwe bersiv da pêwîstiyên xwe û êdî bi hêza xwe li ser piyan sekinî.

Muslim ragihand ku saziyên gel hêdî hêdî ava bûn, şûna xwe girt û gel êdî baweriya xwe bi wan anî û wiha dewam kir: "Ji hêz û potansiyela xwe bawer kir. Hêdî hêdî dest bi rêvebirina xwe kir û tevlî pêvajoyê bû. Xeta me ya 3. bi vî rengî kete meriyetê. Bêguman piştî ku 19'ê Tîrmehê şoreşê dest pê kir, êrîş jî zêde bûn. Piştî çûyina rejîmê, komên din dest ji me bernedan. Bi taybetî rêxistinên bi navên cuda yên weke Cephet El Nûsra, Lîwa Tevhîd ku pişta xwe dispartin Tirkiyeyê êrîşî me kirin.

PIŞTÎ RAGIHANDINA ŞOREŞÊ ÊDÎ HER KESÎ ÊRÎŞÎ ROJAVA KIR

Hinekan ji me re gotin, 'Hûn cihêkar in', hinekan gotin 'hûn kafir in', hinekan gotin 'Hûn çima li cem me nasekinin', hinekan jî gotin 'hûn li cem rejîmê ne' û êrîşî me kirin. Her kesî êdî dest bi êrîşê kir. Me jî hewl da xwe biparêzin."

Salih Muslim da xuyakirin ku bi demê re xeta wan a sêyemîn ku hem nêrîn hem jî siyaseta wan e, bi pêş ket û her kesî jê bawer kir. Muslim got, "Piştî ku 4-5 sal di ser re derbas bûn, her kesî fêhm kir bê em kî ne, xeta me çi ye. Ji ber ku eşkere bû ku ev kom bi kê ve girêdayî ne, bi rejîmê re çawa dixebitin. Bi taybetî piştî ku me herêma xwe ji her cûre êrîşan parastin, ev yek baştir fêhm bû."

JI BILÎ KURDAN KES NIKARÎBÛ LI BER DAÎŞ'Ê BISEKINE

Muslim da xuyakirin ku rewşa li Sûriyeyê êdî mîna plana cîhana rojava ya jî NATO'yê nemeşiya û got, "Ji ber ku herî zêde Tirkiyeyê hewl da polîtîkayên xwe yên herêmî bi cih bîne. Hewl da van koman ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Daxwaza Tirkiyeyê ji yên din cudatir bû. Împaratoriya Osmanî û berfirehbûn xewn û xeyala Tirkiyeyê bû. Xwe li gorî vê yekê eyar kiribû. Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe ew bi kar anî. Piştî ku ev kom ji kontrolê derketin, bi taybetî jî DAÎŞ, Tirkiyeyê ew li Şengalê û herêmên din ên Kurdan bi kar anî.

Êdî kes nikarîbû li ber DAÎŞ'ê bisekine. Bi ku ve diçû, her kes ya teslîm dibû ay jî direviya. Cihê ku berê xwe didayê, piştî rojekê bi dest dixist. Ev hêz matmayî man bê çi bikin. Sefaretxaneya Bilind a Amerîkayê ya li Bîngaziyê bombe kir. Ev yek ne tiştekî bi dilê Amerîka bû. Amerîkiyan û yên din êdî berê xwe dan aliyekî din. Hewl dan van kontrol bikin. Kom ava kirin, lê belê kes nikarîbû li ber wan bisekine. Tenê hêzek li ber sekinî, ew jî yên me bûn. Berxwedana Kobanê di vir de rola diyarker lîst.

BI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ RE EM LI DIJÎ DAÎŞ'Ê TÊKOŞIYAN

Hêzên ku sîstema nû ya cîhanê plan kirin, piştî ku ev hêz ji kontrolê derket, li hêzeke din geriyan ku karibe pêşî lê bigire. Dema ku berxwedana Kobanê dîtin, bi me re hewl dan têkiliyê deynin. Ji ber ku hêza me ne hêzeke wan bû, ya jî destek ji wan digirt. Hêz û hebûna xwe diparast. Pîvanên xwe hebû û dilsozê pîvanê xwe bûn ku pêşî li vê hêzê digirtin. Ji ber vê yekê têkilî danîn. Bêguman me bi Amerîkiyan re dest bi hevdîtinê kirin.

Ji me re gotin, 'Tenê ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê em dikarin bi hev re bixebitin'. Daxwaza me jî ev bû. Ji xwe me qebûl nedikir ku îradeya xwe radestî kesî bikin. Bi nêrîna 'bi îradeya xwe çi ji destê me bê em ê bikin', me bi hêzên navneteweyî re li dijî DAÎŞ'ê dest bi têkoşînê kir. Bi hêzên navneteweyî re em tevgeriyan, lê belê soza me tenê li ser têkoşîna li dijî vê terorîzmê, li dijî DAÎŞ'ê bû. Bi vî rengî dest pê kir. Kobanê, piştre Til Ebyad, Minbic, Tebqa û Reqa hatin rizgarkirin."

HERÎ ZÊDE TIRKIYE LI PÊŞIYA PEYMANEKE SIYASÎ BÛ ASTENG

Salih Muslim da xuyakirin ku zehmet bû ew vê yekê veguherînin peymaneke polîtîk û got, "Ji ber ku biryar û peymanên beriya niha li ser li hev hatibûn kirin hebûn. Mesela Tirkiye; tê zanîn ku yê herî zêde destekê dide van koman e. Afirînerê van koman e. Tirkiye vê hebûna li Rojava qebûl nake. Ji ber ku ew jî girêdayî ne, vê rastiyê qebûl nakin. Polîtîkaya Tirkiyeyê û ya van hêzan li hev nekirin. Tirkiye hate nuqteyeke welê ku li Cenevreyê, li Astanayê, li her deverê rabû got, 'ya ez ya jî ew'. Ji ber ku wan jî her tişt bi destê Tirkiyeyê ve berdane, nikarin dest ji Tirkiyeyê berdin.

Nikarin dest ji me jî berdin. Lê belê ji ber Tirkiyeyê me timî hewl dan me li piştperdeyê bihêlin. Ev yek li Cenevre, Astana û Soçiyê bi vî rengî dewam kir. Hîn jî wiha didome."

TIRKIYE LI SER DAGIRKIRINA EFRÎNÊ LI TEHRANÊ BI REJÎMA SÛRIYEYÊ RE RÛNIŞT

Berprisyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim peymana navbera Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê ya beriya niha hatibû kirin bi bîr xist û wiha dewam kir: "Hewl dan vê yekê ji nû ve zindî bikin. Ev yek li Efrînê bi zelalî hate dîtin. Eger di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyeyê de lihevkirin nebûya, wê nikarîbûya biketa Efrînê. Ji xwe di pêvajoya Efrînê de civînên cihêreng hatin kirin. Hem rejîma Sûriyeyê hem jî Tirkiyeyê li ser nêrîna 'Ev Kurd cihêkar in. Em dikarin li dijî wan bi hev re tevbigerin' hevdîtin kirin. Du ji van hevdîtinan jî li Tehranê hatin kirin. Balkêş e hem rejîm hem jî rêveberiya Tirk li Tehranê li hev rûniştin.

Eger me heta niha nekariye destketiyeke polîtîk bi dest bixin, ji ber peyamên berê yên li ser bingeha înkarkirina Kurdan e. Weke tevger, bi nêrîn û îdeolojiya me zanin. Ji ber vê yekê qebûl nakin. Ya ku me qedexe dike, Tevgera Azadiyê a Kurd qebûl nake û terorîst îlan dike NATO ye. Yê ku ev plan kiriye NATO ye. Ji ber vê yekê me qebûl nakin. Ji bo me qebûl bikin, divê planên xwe yên piştî sala 1995'an destnîşan kirin biguherînin. Zehmetî jî di vir de ye. Eger heta niha me qebûl nekiriye, sedem ev e."

'JI BO ÇARESERIYEKE RASTEQÎN NEBE, EM LI DERVEYÎ CENEVREYÊ HIŞTIN'

Muslim işaret bi hevdîtinên li Cenevreyê kir û got, "Ji bo çareseriyeke rasteqîn nebe em ji Cenevreyê vegirtin. Hîn jî rewş bi vî rengî ye. Lê di nîqaşên çareseriyê de û di çareseriyê bi xwe de, heta ku em û îradeya me nebe wê çareserî pêk neyê. Ji ber ku projeyeke wan a çareseriyê nîne, bixwazin nexwazin wê me qebûl bikin. Teqez wê îradeya gelan lê hebe. Her kesên li dora maseyê êdî dibêje 'Sûriye wê nebe mîna Sûriyeya berê'.

Li Sûriyeyê hem cihêrengiya etnîkî heye, hem jî gelek kom hene. Ji bo ev karibin bi hev re bijîn, teqez dewleteke laîk divê. Lewma wê Birayên Misilman û yên mîna wan teqez li derve bimînin. Ji ber vê yekê her kes di nava lêgerînekê de ye û vî şerî dikin. Lê belê, eger hêzên navneteweyî di nava xwe de li hev bikin û vê çareseriyê ji gelê Sûriyeyê re bihêlin, wê ev pêk were."

TEQÎNA HERÎ MEZIN WÊ LI ÎDLIBÊ BIBE

Salih Muslim da xuyakirin ku hêzên derve yên mîna Îran û Tirkiye dema ku ji Sûriyeyê vekişiyan wê çareserî karibe bê afirandin û got, "Em niha dişopînin; teqîna herî mezin wê li Îdlibê bibe. Ji ber ku hema bêjin hemû komên çekdar kom kirine û li wir bi cih kirine. Ne diyar bê ew der kengî biteqe. Teqez wê encam ji wir derkeve. Tirkiye jî di nava vê de ye. Ev bela wê li Tirkiyeyê jî belav bibe. Em nizanin bê encam wê çi be, lê tqez wê gelekî bandorê li Tirkiyeyê bike.

Hemû polîtîkayên Tirkiyeyê pûç bûne nekariye ti encamê bi dest bixe. Hûn jî dibînin, destpêkê gotin ku wê biçin Şamê û Beşar Esad qebûl nekin. Lê piştre qebûl kirin û li ser mijara Kurdan û Efrînê li hev rûniştin. Xuya ye, di dawiya dawî de piştî ku xisar da tevahiay Sûriyeyê wê çareseriyek peyda bibe. Lê mixabin wê Sûriye hingî xera bibe."

TIRKIYEYÊ PIŞTÎ MINBICÊ HER TIŞT BI ŞANTAJÊ BI DEST XIST

Salih Muslim bi bîr xist ku Tirkiye bi îdîaya, qaşo 'têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê leşkerên xwe xist nava Cerablûs û Babê û got, "Li Babê jî ji xwe têkiliyên wan ên bi DAÎŞ'ê re dewam dikirin. Her kesî dît ku wê li dijî DAÎŞ'ê şer neke. Di meseleya Babê de Tirkiyeyê di berdêla 860 DAÎŞ'iyên xwecihî û biyanî Yên li Tirkiyeyê hatin girtin, Bab ji DAÎŞ'ê teslîm girt.

Tirkiyeyê di ser Babê re heta Reqayê rê ji wan re vekir. Piştî Minbicê hevalên me berê xwe dan Reqayê. Ev hemû ji bo Tirkiyeyê windahî bûn. DAÎŞ hîn li Reqayê bû û piştî ku me Reqa girt wê têkiliya wan a bi Tirkan re qut bibûya. Me Reqa rizgar kir. Tirkiyeyê dît ku her tişt ji dest diçe. Gihîşt wê baweriyê ku divê cihên cuda bi dest bixe, qada xwe fireh bike û eger karibe Efrînê bi dest bixe wê piştre ji bo koçberên li Tirkiyeyê karibe bi kar bîne û karibe bike 'herêmek ewle' ji bo xwe.

Ji ber ku zane wê paşê Îdlib û herêmên din hemû ji dest bên girtin. Lewma berê xwe dan Efrînê. Bidestxistina Efrînê ji bo wan zehmet bû, hevsengiyan rê nedida vê. Lê belê bi taybetî piştî Minbicê her tişt êdî bi şantajê bi dest xist. Di têkiliyên bi Ewropayê û welatên din re ji bo daxwaza xwe bi cih bîne, şantaj kir. Ji Efrînê ji Rûsan û Sûriyeyiyan re got, 'Ez dikarim komên çekdar ji Xûtayê bikişînin, di berdêla wê de jî hûnê li ser Efrînê bêdeng bin' û bi vî rengî bi wan re li hev kirin.

BI XÛTAYÊ RE GUHERANDIN

Bi Rûsan re têkiliyên me hebûn. Bi Sûriyeyiyanr e şerekî me tine bû. Ji me hebû ku eger Tirkiye dest li Efrînê werde, em ê karibin bi hev re bersivê bidin. Lê belê welê nebû. Meseleya Xûtayê, meseleya pevguhertinê kete meriyetê. Lê belê peymana wan wiha bû: Ji ber ku Tirkiyeyê serê her kêliyê digot, 'we vekişin rojhilatê Firatê', ew jî li peymanên Kerry-Lavrov ên 2016'an vegeriyan. Amerîkiyan gotibûn, 'Eger hûn ji Minbicê wêdetir tiştekî bikin, em di nav de nînin'. Ji ber vê yekê wan xwe zêde nêz nekirin. Bêguman me berê ji wan re gotin ku êrîşên li Efrînê dewama DAÎŞ'ê ye.

PEYMANÊN LI SER EFRÎNÊ MAYINDE Û STRATEJÎK NÎNIN; EM Ê EFRÎNÊ TEQEZ RIZGAR BIKIN

Bi rastî jî welê bû. Yanî 25 hezar kes ji nava çeteyan hatin derxistin. 3 hezar kes ji xwe DAÎŞ'iyên li Tirkiyeyê hatibûn perwerdekirin bûn. Hemû hêza xwe, hemû artêşa xwe û hemû teknîka NATO'yê li dijî gelê Efrînê bi kar anî. Hevalên me 2 mehan di rewşeke ku her kesî xwe kerr û lal kiribûn, li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li ber xwe dan. Li Efrînê berxwedaneke mzin bû, lê belê Efrîn ket. Lê belê meseleya Efrînê ji bo me birîneke mezin e û teqez em ê Efrînê ji nû ve azad bikin. Peymanên wan ên li ser Efrînê mayinde û stratejîk nînin. Bi hevsengiyan ve girêdayî ne."

WÊ TIRKIYE NEMA KARIBE LI PÊŞIYA ME BIBE ASTENG

Salih Muslim anî ziman ku dema bê wê di meseleya Îdlibê de tiştên nû bibe û wiha dewam kir: "Wer texmîn dikim ku serê Tirkan wê bikeve belayê. Dema bihurî ji bo em li qada navneteweyî neyên qebûlkirin, astengiya herî mezin Tirkiye bû. Her tişt bi rêya şantajê dikir. Digot, 'Ya ez, ya jî ew'. Niha ev astengî ji holê rabû. Em ê êdî bibin hêz û aktorê bingehîn ê Rojhilata Navîn.

Di nava hevsengiyên polîtîk de me têkiliyên xwe bi kesî re xera nekir. Têkiliyên me bi her kesî re hene. Êdî her kes zane ku hêza me bi xwe heye û em hewl didin sûdê ji van hevsengiyan bigirin. Li Rojhilata Navîn ji bo yek bibe hêz timî xwe dispart hevsengiyan. Helwesteke bi vî rengî ya oportunîstî hebû. Lê rewşa me ne bi vî rengî ye. Ê me, em xwedî hêza xwe ne, gelê me heye, em xwe dispêrin van. Em aktorekî herî mezin ê Rojhilata navîn in."

EM Ê DEST JI XETA XWE YA SÊYEMÎN BERNEDIN

Muslim destnîşan kir ku ew hîn jî ji rastiya xeta sêyemîn a alternatîf bawer dikin û got, "Serketinên ku me di nava 6 salan de bi dest xistin, şerê me yê xweparastinê û rûniştandina vê xetê, nîşan didin ku me rê û polîtîkayeke rast hilbijarine. Ev yek weke xetekê, rast e. Yên ku li dijî rejîmê şer kirin hemû pûç bûn."

Muslim diyar kir ku wê ti carî dest ji xeta xwe ya sêyemîn bernedin û anî ziman ku piştî rexnekirin, rexnedayin û nirxandina hin kêmasiyên teknîkî, wê serketinên mezin bi dest bixin.

EM LI SER RÊYA RAST IN, EM Ê BI SER BIKEVIN

Di dawiya axaftina xwe de Muslim bi bîr xist ku piraniya hêzên hewl dan rejîmê hilweşînin heliyan û got, "Weke hêzên Sûriyeyî tenê em û rejîm li meydanê mane. Eger rejîm demokratîkbûnê qebûl bike, em dikarin pê re li hev bikin. Yanî divê demokrasiyê, yekîtî, xwişk û biratiya gelan qebûl bike. Eger pîvanên ku me diyar kirine qebûl bike, em amade ne bi her kesî re li hev bikin. Me deriyê xwe li kesî negirtine. Em li ser rêya rast in û em ê bi ser bikevin."