Mûrat E. yê ku polîs û nobedaran êşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da

Hat hînbûn ku Murat E. yê ku li Wanê polîs û nobedaran di dema destgîrkirinê de ew êşkence kiribûn, pêr li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.

Li Wanê di 11'ê Çileyê de kesê bi navê Mûrat E. (35) bi hinceta "diziyê" hatibû destgîrkirin û di dema destgîrkirinê de polîs û nobedaran êşkence lê kiribûn. E. ku polîs û nobedaran ew biribû Amîrtiya Navenda Polîsan a 2'yê Nîsanê û piştî rojekê hatibû girtin û li Girtîgeha Wanê ya Tîpa M'yê ew xistibûn hucreyê.

JIYANA XWE JI DEST DA

Hate hînbûn ku Mûrat E, di 13'ê Çileyê de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest daye. Rêvebiriya girtîgehê demeke dirêj tu agahî bi malbatê û parêzerê Mûrat E. re parve nekirine. Piştî malbatê israr kiriye îdareya girtgehê gotiye, "Mûrat E. ji ber tiryakê, xwe kuştiye."

NAYÊ ZANÎN JI BER ÇI MIRIYE

Lê di rapora otopsiyê ya Saziya Tiba Edlî ya Wanê de sedema teqez a mirina E. nehatiye diyarkirin, tenê hatiye gotin ku "di mejiyê wî de kêm çêbûye."

Piştî karên otopsiyê cenazeyê E. hat veşartin.

Têkildarî bûyerê parêzerê E. xwestiye qeydên kamerayên nexweşxaneyê û girtîgehê bên lêkolînkirin.

Hat hînbûn ku li ser dosyayê biryara nepenîtiyê hatiye dayîn.